Li Tirkiyê di nav heftiyekê de hezar û 212 koçber hatine dersînorkirin

11-06-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Dersînorkirin Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Rêveberiya Koçberan ya ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiye ve ragihand, di navbera 2-8ê Hezîranê de li seranserî Tirkiyê 2 hezar û 825 koçber hatine girtin, hezar û 212 koçber hatine dersînorkirin.

Serokatiya Rêveberiya Koçberan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, di nava heftiyekê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 773 Efxan, 56 Pakistanî û 1996 ji welatên din bi giştî 2 hezar û 825 koçber hatine girtin.

Herwiha 356 koçberên Efxan,106 Pakîstanî û 750 kesên ji welatên din bi giştî hezar û 212 koçber hatine dersînor kirin.

Ji despêka îsal ve di navbera 1ê Çile û heta 8ê Hezîranê de, 13 hezar û 589 Efxan, hezar û 870 Pakistanî û 27 hezar û 90 kesên ji welatên din bi giştî 42 hezar û 549 bo welatên wan hatine vegerandin.

Di nava heftiyekê de hêjmara koçberên ku xwestine derbasî nav axa Tirkiye bibin û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatîne astengkirin jî, zêdetirî 5 hezar û 778 kes in. Ji serê salê heta 8ê Hezîranê koçberên ku ketina wan ya nav axa Tirkiye hatî asteng kirin jî 106 hezar û 707 koçber bûne.

Di heman demê de niha li Navendên Vegerandina Koçberan 4 hezar û 82 Efxan, 1613 Pakistanî û 10 hezar û 710 kesên ji welatên din bi giştî 16 hezar û 405 koçber dimînin. Ji biliî wan hezar û 752 koçber bo bêne vegerandin jî rêkarên wan yên vegerandinê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst