YSKê eşkere kir; piştî vekişîna Muharrem Înce dê pisûle çawa bin?

11-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 YSK Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Partiya Memleket Muharrem Ince beriya hilbijartinên 14ê Gulanê bi 3 rojan ji berbijêriya serokkomariya Tirkiyê vekişiya û li gor zanyariyên nûnerê Desteya Bilind ya Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) dê pisûleyên hilbijartina serokkomariyê wek xwe bimînin.

Roja Pêncşemê 11ê Gulana 2023an berbijêrê serokkomariyê ya Tirkiyê Muharrem Ince ragihand ku ji berbijêriyê vekişiya ye û ev yek jî bû sedema çend pirsan.

Li gor daxuyaniya Desteya Bilind ya Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) di hilbijartinên 14ê Gulanê de dê pisûleyên dengdanê yên serokkomariyê wek xwe bimînin û dê navê Muharrem Ince jî tê de cih bigre. Ligel ku Ince ne berbijêrê dê dengên bo wî hatine dayîn bên qebûlkirin ku li derveyî Tirkiyê proseya dengdanê bidawî bûye.

Li gor nûnerê YSKê Mustafa Tolga Ozturk dema berbijêrek xwe paşde vekişîne navê wî kesî ji pisûleyê nayê derxistin û eger ew berbijêr zêdeyî %50 dengdan bidest bixe hilbijartin diçe gera duyemîn. Berbijêrên ku di gera yekemîn de bûne duyemîn û sêyemîn beşdar dibin û hilbijartin di navbera wan de berdewam dike.

Çend rojên dawî derbarê Muharrem Ince de hinek îddîa hatin belav kirin û ev yek bû sedema karvedanên cûda.

Înce derbarê îdîayan de got, “Zêdeyî 40 salan ez xizmeta siyasetê dikim. Tişta ku min di van 45 rojên dawî de dîtiye, di 45 salên dawî de nedîtiye. Belge, dekont û videoyên sexte... Ew ji malperek porno ya Îsraîlî werdigirin û wêneyê min lê dixe. Endamên FETO vê yekê dikin. Ne polîs, ne dozger li ser vê yekê lêkolînê nakin. Tu rojnamevan jî vê nanivîse. Kesên dinivîse wekî ku xizmetê ji endamên FETO re bike dinivîse. Dibêje “nepeniya taybet a jiyanê”. Ev ne jiyana taybet e, lê bêbextî ye. Dewleta Komara Tirkiyeyê îtîbara min neparastiye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst