Partiyên Tirkiyeyê cejn li hev pîroz kir: ‘Ji bo me cejna duyemîn e’

11-04-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Cejna Remezanê Partiyên Siyasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyeyê di roja duyem a Cejna Remezanê de şandeyên partiyên siyasî çûn cem hev.

Wekî cejnên borî di vê cejnê de jî AK Partî û DEM Partiyê cejn li hev pîroz nekir.

Di çarçoveya serdanên cejnê de CHPyê pêşwazî li 15 partiyan, AK Partiyê pêşwazî li 8 partiyan, DEM Partî û MHPyê jî pêşwazî li 4 partiyan kir.

Serokê şandeya AK Partiyê Hasan Sert got:

“Îro di navbera partiyên siyasî de pîrozbahiyên cejnê hene loma em jî wekî şandeyekê hatin serdana CHPyê.

Em li ser navê Navenda Giştî ya AK Partiyê diçin cem partiyan. Piştî CHPyê em dê biçin cem ÎYÎ Partiyê û HUDA PARê jî û bernameya me ya îro serdana partiyan e.”

Ji bo Cejna Remezanê şandeyeke DEM Partiyê jî çû cem partiyan.

Di serdanên xwe de Serokê şandeya DEM Partiyê amaje bi encamên hilbijartinan kir û diyar kir ku gel cejnek li wan kir du cejnan.

“Em cejna gelê Kurd û cejna hemû gelên Tirkiyeyê pîroz dikin”

Serokê şandeya DEM Partiyê Wezîr Çoşkun Parlak jî anî ziman:

“Em cejna gelê Kurd û cejna hemû gelên Tirkiyeyê pîroz dikin. Me hilbijartinên 31ê Adarê derbas kirin  loma ev ji bo me cejna duyemîn e.

Em îro jî diçin serdana partiyên siyasî, helbet daxwaza me ya sereke ew e ku Pirsa Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe, ji xwe yek ji armancên serdana me jî ev e.”

Partiya Komarî ya Gel (CHP) tevî AK Partî, MHP û DEM Partiyê pêşwazî li beşek partiyên mixalefetê yên wekî DEVA, Paşeroj, Vatan û Zaferê jî kir.

Serokê şandeya CHPyê Aylîn Nazli Akayê jî da zanîn:

“Em wekî partiya yekem pêşwaziyê li cejnê dikin. Hûn dizanin ji sedî 65 a erdnîgariya Tirkiyeyê piştgiriya me kir.

Eger em behsa herêmên veberhênanê bikin, ji sedî 85ê herêmên ku veberhênan lê tê kirin piştigiriya me kiriye lê em vê serkeftinê ne wekî serkeftina xwe, wekî serkeftina gelê xwe dibînin.

Rewşa heyî barê me û berpirsyaretiya me girantir kiriye.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêya telefonê cejna serokên partiyan pîroz kir lê telefonî Hevserokên DEM Partiyê û Serokê Partiya Yenîden Refahê nekir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst