Ozgur Ozel çû serdana Ahmet Turk

11-02-2025
RÛDAW
Nîşan Ahmet Turk Ozgur Ozel Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel çû serdana Ahmet Turk.

Ahmet Turkê ku 3 caran wekî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû hilbijartin lê li şûna wî qeyûm hatibû danîn demek e nexweşe e û dihat dermankirin.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel piştî dermankirinê li Enqereyê çû serdana Ahmet Turk.

Di serdanê de Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê û Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder û Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî amade bûn.

Divê were gotin ku Ahmet Turk di xulên 15 û 16an de parlamenterê CHPyê, di xulên 18 û 19an de parlamenterê SHPyê û di xulên 23 û 24an de jî parlamenterê DTPyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst