DEM Partî li kîjan bajaran li pêş e?

31-03-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî encamên destpêkê DEM Partî li 3 bajarên mezin û 8 bajaran li pêş e.

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) ragihand ku qedexeya ragihandina encamên hilbijartinan bi dawî bû.

Li gorî encamên destpêkê yên AAyê DEM Partî li Amed, Wan, Mêrdîn, Colemêrg, Êlih, Mûş, Sêrt, Bedlîs, Agirî, Îdir û Dêrsimê di hilbijartinên şaredariyan de li pêş e.

Li gorî amarên AAyê:

Rêjeya sindoqên ku li Amedê hatine vekirin ji sedî 12,56: DEM Partî ji sedî 62,47, AK Partî ji sedî 17,4

Rêjeya sindoqên ku li Mêrdînê hatine vekirin ji sedî 17,63: DEM Partî ji sedî 54,33, AK Partî ji sedî 30,09

Rêjeya sindoqên ku li Colemêrgê hatine vekirin ji sedî 29,75: DEM Partî ji sedî 42,11, AK Partî ji sedî 40

Rêjeya sindoqên ku li Wanê hatine vekirin ji sedî 13,14: DEM Partî ji sedî 55,16, li AK Partî ji sedî 27,62

Rêjeya sindoqên ku li Agiriyê hatine vekirin ji sedî 40,6: DEM Partî ji sedî 48,83, AK Partî ji sedî 35,65

Rêjeya sindoqên ku li Bedlîsê hatine vekirin ji sedî 35,96: DEM Partî ji sedî 37,42, AK Partî ji sedî 36,35

Rêjeya sindoqên ku li Sêrtê hatine vekirin ji sedî 45,09: DEM Partî ji sedî 49,36, AK Partî ji sedî 38,64

Rêjeya sindoqên ku li Êlihê hatin vekirin ji sedî 7,26: DEM Partî ji sedî 63,12, HUDA PAR ji sedî 15,68, AK Partî ji sedî 14,61

Rêjeya sindoqên ku li Mûşê hatine vekirin ji sedî 30: DEM Partî ji sedî 37, 38 û AK Partî ji sedî 23,21

Rêjeya sindoqên ku li Dêrsimê hatine vekirin ji sedî 22,50: DEM Partî ji sedî 41,94, CHP ji sedî 34,38, AK Partî ji sedî 15,28 e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst