Ruhavîoglu: Zehmet e ku AK Partî careke din rabe ser xwe

01-04-2024
Reha Ruhavîoglu bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Reha Ruhavîoglu bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Reha Ruhavîoglu Hilbijartin DEM Partî AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Reha Ruhavîoglu got, “AK Partî rûbirûyî têkçûneke mezin bûye. Zehmet e ku careke din rabe ser xwe.”

Koordînatorê Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavîoglu, li Amedê bû mêhvanê Bultena Bakur Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

Reha Ruhavîoglu da zanîn ku ku AK Partî têk çûye û got:

“AK Partî rûbirûyî têkçûneke mezin bûye. Zehmet e ku careke din rabe ser xwe.

Ev têkçûna mezin a AK Partiyê ye. Ji ber ku MHP jî pê re ye her du têk çûn.

“Stêrka herî mezin a CHPyê ye”

Ji ber ku ti kesî û wan bi xwe jî bawer nedikir ku encamên ewqasî baş bistînin û ewqas şaredariyan bi dest bixin stêrka herî mezin a CHPyê ye.

Cara ewil e ku CHP dide pêşiya AK Partiyê û dibe partiya yekem.

“DEVA û Partiya Paşerojê têk çûne”

Mirov dikare Yenîden Refahê wekî fenomeneke nû eşkere bike û di nava siyaseta Tirkiyeyê de cihê wê diyar bike.

Hêvî ji partiyên wekî DEVA û Partiya Paşerojê yên ku ji AK Partiyê cuda bûbûn hebû lê wan ev hêvî neanî cih, îro ew jî têk çûne.

Yenîden Rehaf ji bo wan kesan bû alternatîvek ku dibêjin ‘Erdogan baş e, em ji partiya wî aciz in.’ lê DEVA û Paşeroj li beramberî Erdogan ava bûn.

Çawa ku ava bûn çûn ketin nav tifaqa CHPyê û di bin siya CHPyê de man.

Ji wan kesên ku ji AK Partiyê vedikişin û naxwazin dengê xwe bidin re CHPyê re zor bû deng bidin van partiyan. Îro ew jî têk çûn.”

“Rayên esker û polîsan anîn vê derê”

Koordînatorê Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavîoglu bal kişand ser serkeftina DEM Partiyê ya di bin zextan de û anî zimên:

“Tiştekî din ê muhîm ev e. Partiya Kurdan DEM, hem di bin siyaseta zor û zextê de ye hem jî rayên esker û polîsan anîn vê derê û hem jî di bin guvaşakê de ye. Ew jî bi ser ketiye.

“DEM Partiyê dê 12 şaredariyên din jî bistanda”

Şaredariyên xwe yên ku ji dest çûne careke din bi dest xistine û heke rayên esker û polîsan nebûya dê 12 şaredariyên din jî bistanda.

Em dikarin bibêjin DEM têk neçûye, ne serkeftineke mezin e lê hêza xwe parastiye.”

“Em nikarin bibêjin HUDA PAR serkeftî ye”

HUDA PARê li Êlihê li gorî sala 2019an dengê xwe zêde kirin û ji sedî 15ê dengan standin.

Ruhavîoglu, li ser vê yekê da zanîn:

“HUDA  PARê jî li cihê mîna Êlihê şewqek daye lê wexta em li temamê Tirkiyeyê dinêrin rêjeya dengên HUDA PARê ji sedî 0,5 e.

Ji ber vê yekê jî em nikarin bibêjin HUDA PAR serkeftî ye.

“Serkan Ramanli hemû rayên xwe ji AK Partiyê wergirtine”

Serkan Ramanli hemû rayên xwe ji AK Partiyê wergirtine û AK Partî bû partiya sêyemîn.

Çend cihên mîna Êlih, Kolik û Çewlîgê hene ku HUDA PAR dikare hêza xwe biparêze lê em nikarin bibêjin HUDA PAR têk çûye yan jî serkeftineke mezin bi dest xistiye.”

“Hilbijêrên AK Partiyê neçûne ser sindoqan”

Reha Ruhavîoglu destnîşan kir ku rêjeya beşdariyê li Bakurê Kurdistanê ji ya Tirkiyeyê kêmtir e û pê de çû:

“Xuya ye ku piraniya kesên ku neçûne ser sindoqan hilbijêrên AK Partiyê ne.

Par di anketan de Erdogan û AK Partî têk diçûn lê Erdogan du hefteyên dawiyê got, ‘Dengên wefayê bidin min. Careke din hewl bidin ku em bi ser bikevin.’

Hilbijêrên AK Partiyê yên klasîk got, ‘Em vê carê jî raya xwe bidin Erdogan’ û wan wezîfeya xwe temam kir.

“Îsal ji bo Erdogan neçûn ser sindoqan”

Îsal ji bo Erdogan û AK Partiyê neçûne ser sindoqan. Îsal jî Erdogan got, ‘Careke din deng bidin min’ lê ew neçûn ser sindoqan.

DEMê rayên xwe parastine, AK Partiyê li hinek deveran ji sedî 30, 40, 50ê rayên xwe ji dest dane û piraniya yên ku çûne ser sindoqan jî raya xwe daye Yenîden Refahê û HUDA PARê.”

“Xelk ji Erdogan aciz bû”

Ruhavîoglu li ser sedema kembûna dengên AK Partiyê jî got:

“Li Bakurê Kurdistanê namzedê AK Partiyê baş bûn. Burokrat bûn, serkeftî bûn, projeyên wan hebûn lê dîsa dengên wan kêm bûn, têk çûn.

Çima? Ji ber ku xelk ji Erdogan aciz bû. Li Bakur dijberiya Erdogan ji ya AK Partiyê zêdetir e.

Tu çi projeyê jî bibêjî jî xelkê berê xwe daye Erdogan û siyaseta wî naecibîne.”

“Encameke derengmayî ya 2023yan e û encameke zûhatî ya 2028an e”

Reha Ruhavîoglu li ser bandora aboriya Tirkiyeyê ya li ser hilbijartinan jî wiha got:

“Rewşa aborî helbet faktoreke girîng e lê ne tenê ew e.

Tu dinêrî, dema ku alîgirê AK Partiyê bî û rewşa aborî baş be tu tehemulî siyaseta Erdogan dikî lê dema tu tehemulî siyaseta wî jî nekî û rewş jî xerab be tiştek nîne tu xwe pê bigirî û tu jê dûr dikevî.

Ev ancam, encameke derengmayî ya 2023yan e û encameke zûhatî ya 2028an e.

Em par li benda van encaman bûn lê dereng hatin.

Ji ber ku pêleke mezin hat û CHP bi ser ket dê ji bo 2028an gelek nîqaş û gengeşe çêbibin çimkî îro ji bo CHP, Îmamoglu û Mansur Yavaş serkeftineke zûhatî ye.

Ji ber vê yekê jî dê ev çend sal bi kelecan derbas bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst