Sezgîn Tanrikulu raporek belav kir: Di 10 salan de 3 hezar jin hatine kuştin

10-12-2023
RÛDAW
Nîşan Sezgîn Tanrikulu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu diyar kir ku di 10 salan de 3 hezar jin hatine kuştin.

Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu ji bo 10ê Kanûna Paşînê Roja Mafên Mirovan raporek belav kir.

Li gorî raporê, sala 2023yan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31 jê zarok herî kêm mafê jiyanê yê 3 hezar û 301 mirovan hatiye binpêkirin.

Herwiha di 10 salên dawî de jî herî kêm 3 hezar û 151 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

“Herî kêm 288 jin û 23 zarok ji aliyê mêran ve hatine kuştin”

Di raporê de li ser tundûtûjiya mêran jî tê gotin:

“Ji 1ê Çiriya Pêşîna 2022yan heta 21ê Çiriya Pêşîna 2023yan di 324 rojan de, herî kêm 288 jin û 23 zarok ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Mirina 228 jinan di medyayê de wek bi guman hatiye tomarkirin, herî kêm tundûtûjî li 681 jinan hatiye kirin.”

Li gorî raporê, sala 2023yan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 26 jê zarok herî kêm 2 hezar û 541 kes, di dema desteserkirinê, civîn û xwepêşandan û girtîgehan de rûbirûyê şkence û miameleya xirab bûne.

Li gorî rapora Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu, mêran ji 1ê Kanûna Paşîna 2013yan heta 21ê Çiriya Pêşîna 2023yan ku 10 salan dikin, herî kêm 3 hezar û 151 jin kuştine.

Derbarê mirinên li ser kar de jî hat gotin:

“Di 10 mehên destpêkê yên salê de, herî kêm hezar û 634 karkeran canê xwe ji dest daye.

Herwiha ji 3yê Çiriya Pêşîna 2002yan heta 3yê Çiriya Pêşîna 2023yan, ji dema ku AK Partî hatiye ser desthilatê ve di mirinên li ser kar de herî kêm 32 hezar û 180 karkeran cane xwe ji dest daye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst