Hulusî Akar derbarê çekên kîmyawî de: Şandeke me çû û lêkolînên xwe kirin

10-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê  Hulusî Akar der barê îdiayên PKKyê yên "di operasyonan de çekên kîmyewî bi kar anîne" de got, "Me di 24ê Mijdarê de tevî her tiştî şandek ava kir û ew şande çû lêkolînên xwe kirin. Niha rapor li ber destê me ye ku bi ti awayî madeyên kîmyawî nehatine bikaranîn."

Di Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê de li ser butçeya Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê û Wezareta Berevaniya Tirkiyê gotûbêj hatin kirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê  Hulusî Aka der barê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyanî da.

Hulisî Akar got: “Îdiayên dibêje ku Hêzên Çekdar ên Tirk madeyên kîmyewî bi kar anîne, bi tevahî ne rast in û  xapandinek e. Çekên kîmyawî di nav Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê de nayên çêkirin û hilberandin,; Di envanterê de tu çek û cebilxaneyên ku bi qanûn û peymanên navneteweyî hatine qedexekirin tune. Tevî vê yekê jî îdîayên bêbingeh hê jî tên kirin.”

Akar diyar kir ku li gorî Peymana Pêşîlêgirtina Çekên Kîmyawî, teqemeniyên gaza rondikrêj dikare di pêkanîna qanûnan de an jî di operasyonên taybet de û ji bo parastina jiyana mirovan were bikar anîn.

Bi gotina Akar heta gerîlayeke Tirkiye mabe dê operasyonên wan berdewam bin û idia dike ku di çarçoveya xweparastinê de, li gorî hiqûqa navneteweyî, operasyonên wan tên encamdan.

Îdiaya bikaranîna çekên kîmyawî

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel a ser bi PKKê ve, roja 18ê Cotmeha 2022ê ragihandibû ku 17 gerîlayên wan di êrîşeke bi çekên kîmyawî ya Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya NPGê, artêşa Tirkiyê di operasyonên xwe yên li nav axa Herêma Kurdistanê de ku ji meha Sibata 2021an ve destpê kirine, li Gare, Zap, Metîna û Avaşîn “bombe û çekên kîmyawî yên qedexekirî li ser navneteweyî ku gazên jehrîn çêdikin”, bikar aniye.

PKKê herwiha dibêje ku ji sala 2021an ve heta niha artêşa Tirkiyê 367 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyawî li dijî gerîlayên wan bikar aniye û destnîşan kiriye, 46 gerîlayan di wan êrîşan de canê xwe ji dest dane.

Hulusî Akar bikaranîna çekên kîmyawî red dike

Derbarê mijarê de Akar dibêje wan şandeke ji bo lêkolînkirinê şandiye herêmê.

Akar got: “Tevî her tiştî jî me di 24'ê Mijdarê de şandek ava kir. Ew şanda me çû lêkolînên xwe kirin. Hemû berhev kirin,  anîn laboratuarên Wezareta Tenduristiyê. Niha di destê me de raporek heye ku qet madeyên kîmyawî nehatiye bikaranîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst