Hilbijartinên pêşwext: Partî û rapirsî çi dibêjin?

10-06-2024
Nîşan Hilbijartinên Pêşwext CHP DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî du meh û nîvan di ser hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re derbas bûn lê hêdî hêdî behsa hilbijartinên pêşxwet tê kirin.

Piştî ku CHP di hilbijartinên şaredariyan de bû partiya yekem di nava partiyê dê fikra ku ew dê bibin desthilat xurt bûye.

“CHP hilbijartinên pêşwext dixwaze”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel diyar kir ku partiya wî hilbijartinên pêşwext dixwaze û pê de çû:

“Em banga hilbijartina pêşwext nakin. Biryara hilbijartina pêşwext gel dide.

Ji xwe ez nikarim bi 127 parlamenterên Partiya Gel a Komarî biryara hilbijartina pêşwext bidim.

Eger bibûya min dê sibe biryar bida û ez dê yekşeme bê bihatama ser desthilatê.

CHP hilbijartina pêşwext naxwaze? Belê dixwaze lê ji bo hilbijartina pêşwext bê kirin, divê ev di rojeva xelkê de be û welatî bixwazin.”

DEM Partî jî piştî ku Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3ê vê mehê qeyûm danî ser Şaredariya Colemêrgê hilbijartinên pêşwext dixwaze.

DEM Partî: Pêwîst e Tirkiye demildest biçe hilbijartina pêşwext

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari li ser mijarê wiha axivîbû:

“Divê ev desthilata nerewa ya koşkê û hevbeşê wê demildest dev ji kar berdin.

Eger dest ji kar bernedin pêwîst e Tirkiye demildest biçe hilbijartina pêşwext.”

Li hêla din, heta niha MHP û AK Partiyê li ser mijarê tiştek negotiye û wan mijare nebiriye rojeva xwe.

Rapirsî

Piştî axaftinên Ozgur Ozel Kompanya Lêkolînên Siyasî ya ASALê li ser hilbijartinên pêşwext rapirsiyek kir.

Li gorî encaman, ji sedî 68,3yê xelkê naxwaze hilbijartinên pêşwext bên kirin û ji sedî 20,9ê xelkê dixwaze di dema herî nêzîk de hilbijartinên pêşwext bên kirin.

Ji sedî 10,8ê beşdarên rapirsiyê jî got ku ew bê bê biryar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst