Kiliçdaroglu: Welatên Ewropayê Tirkiye kirine girtîgeha koçberan

10-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di civîna firaksoyona partiya xwe de derbarê polîtîkayên koçberan de rexne li desthilata welatê xwe û welatên Ewropa girtin û got: “Derya spî bûye goristana koçberan. Ti kes ji me wêneyê wî zarokê ku termê wî li peravê hatiye dîtin jibîrnekiriye.  Berpirsê wî wêneyî ew kesê li ser serê me rûniştî, Erdogan e. Berpirsê duyem jî hêzên emperyal in."

Serokê Partiya Gel ya Komarî (CHP Kemal Kiliçdaroglu îro 10ê Gulana 2022ê di civîna firaksiyona partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Kiliçdaroglu behsa nîqaşên vê dawiyê yên derbarê vegerandina koçberên Sûrî bo welatên  di siyaseta Tirkiyê de kir û li ser vê mijarê rexne li partiyên desthilatê AKPê û MHPê girtin.

Kemal Kiliçdaroglu herwiha rexne li polîtîkayên welatên Ewropayê yên derbarê koçberan de jî girtin û bi gotina wî welatên Yekitiya Ewropayê Tirkiye kirine girtîgeheke koçberan.

Serokê CHPê wêneyê zarokê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Alan Kurdî jî  bîbîrxist   ku di 2yê Îlona 2015an de ligel dayik û birayê xwe di Deryaya Egeyê de xenixîbû û  termê wî  li peravên  wê deryayê  hatibû dîtin û got: “Sedema wî wêneyî, Erdogan û hêzên emperyal in.”

Kiliçdaroglu wiha axivî: “Koçberên tên naxwazin li Tirkiyê bimînin. Dixwazin biçin welatên pêşketî yên wek Fransa, Almanya Danîmarka, Hollanda û Amerîkayê. Her yek ji wan hewil didin bi rêya Derya Spî xwe bigehînin welatên Rojavayê. Derya Spî bûye goristana koçberan. Ti kes ji me wêneyê wî zarokê ku termê wî li peravê hatiye dîtin ji bîr nekiriye. Berpirsê wî wêneyî ew kesê li ser serê me Erdogan e. Bila kesek ji bîr neke. Berpirsê duyem jî hêzên emperyal in.  Yekitiya Ewropayê dibêje wan neşînin welatê me. Bila koçber neyên Ewropayê û guvaşê çêdike. Dibêjin em dê 3 milyar Euro bidin we.  Dibêjin eger pêwîst bike em dê hêj ji we re bişînin, lê hûn koçberan neşînin. Ma kesek dikare bi 3 milyon Euro welatî xwe bifiroşe?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst