Li Konyayê xwediyê xanî kirêçî kuşt

10-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Konyayê ya Tirkiyê di navbera xwediyê xanî û kirêçî de pevçûn çêbû û di encamê de kirêçî ji aliyê xwediyê xanî ve hat kuştin.

Li gor agahiyan li Taxa Kovanagzi li nav bexçeyê xaniyê du qatî di navbera xwediyê xanî û kirêçî de li gor îdîayan ji ber nedana fatureyan û dengê zêde pevçûn çêbûye û xwediyê xanî bi tivingê kirêçî û kesekî din birîndar kirine.

Herwiha her du kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Meramê hatine veguhestin lê yek ji wan yê bi navê Mevlut Kapan ligel hemû midexaleyên pizîşkî canê xwe ji dest daye. Hat ragihandin ku wediyê xanî yê kirêçiyê xwe kuştiye ji aliyê polîsan hatiye desteserkirin.

Ev di demekê de ye ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 3 mehên destpêkê yên 2022ê de bihayê xanîyan ji sedî 127 zêde bûye û li piraniya parêzgehan jî kireya xaniyan rojane zêde dibe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst