EDENE – Wêneyê Abdullah Ocalan hat daliqandin: 2 kes hatin desteserkirin

10-02-2024
RÛDAW
Nîşan Abdullah Ocalan Edene Wêne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Seyhanê ya parêzgeha Edeneyê, li ser pira Celal Bayarê weêneyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hat daliqandin.

Dîmenê daliqandina weêneyê Abdullah Ocalan li ser medyaya civakî hat parvekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê derbarê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de 2 kesên ku navê wan nehatin zanîn hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê kesên ku hatine desteserkirin birin Rêvebiriya Ewlehiyê ya Edeneyê.

Li aliyê dinParêzgarê Edeneyê Yavuz Selîm Koşger jî têkildarî bûyerê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Yavuz Selîm Koşger da zanîn ku 2 kes hatine desteserkirin û got ku  li Seyhanê kesên ku ji ber “endamtiya rêxistinê” navên hebû û wêneyên Ocalan daliqandine bi operesyonekê hatin desteserkirin.”

Koşger herwiha amaje bi wê yekê kir ku wan kesan xwestiye “yekîtî û yekparetiya Tirkiyeyê têk bide” û got ku ew yek nayê qebûlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst