Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Battalgaziyê ya Meletî ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,2 pileyan erdhejek çêbû.
Kûrahiya wê nêzîkî 11 kîlometreyan bin erdê bûye.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Battalgaziyê ya Meletiyê saet 01:58an bi hêza 4,2 pileyan erd hejiyaye.
Her wiha derbarê encamên erdhejê de rewşeke neyînî nehatiye ragihandin.
Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdhejên paşekî berdewam in ku hefteya borî çend erdhejên pileya wan zêdeyî 5an çêbûbûn û çend avahiyên zererdîtî hilweşiyabûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse