RAPIRSÎ - Xelk dixwaze hilbijartineke pêşwext were kirin?

09-11-2024
RÛDAW
Nîşan Rapirsî Hilbijartina Pêşwext
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji sedî 51,5ê xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî wê yekê ne ku hilbijartineke pêşwext were kirin.

Li gorî rapirsiya Kompanyaya Rapirsî û Lêkolînan a Asalê ji sedî 51,5ê xelkê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî wê yekê ne ku hilbijartineke pêşwext were kirin û ji sedî 42,6ê xelkê jî dixwaze were kirin.

Di siyaseta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de nîqaşên li ser kirina hilbijartineke pêşwext didomin.

Gulana sala borî hilbijartinên giştî hatin kirin lê mixalefet ji ber rewşa xirab a aborî bangî desthilatê dike ku hilbijartineke pêşwext were kirin.

Partiya desthilatê heta niha ne bi kirina hilbijartineke pêşwext re ye û dibêje dê hilbijartin dema xwe ya asayî, wate sala 2028an were kirin.

Kompanyayên lêkolîn û rapirsiyan jî dem bi dem li ser mijarê li nav xelkê rapirsiyan dikin û nerîna welatiyan werdigirin.

Herî dawî Kompanya Rapirsî û Lêkolînan a Asalê encamên rapirsiyeke xwe ya li ser hilbijartineke pêşwext belav kirin.

Rapirsî di navbera 20-24ê Çiriya Pêşîn a 2024an de li parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi 2 hezar kesan re hatiye kirin.

Di rapirsiyê de ji xelkê hatiye pirsîn “Di van şert û mercan de divê hilbijartineke pêşwext were kirin?”

Li gorî encamên rapirsiyê ji sedî 42,6ê xelkê li gel kirina hilbijartineke pêşwext in lê ji sedî 51,5ê beşdarên rapirsiyê jî li dijî pêkanîna hilbijartineke pêşwext in.

Her wiha ji sedî 5,9ê welatiyan jî ev pirs bê bersiv hiştiye.

Li gorî rapirsiyê piraniya kesên ku dixwazin hilbijartineke pêşwext were kirin dengderên CHP û DEM Partiyê ne.

Encamên rapirsiyê li gorî nerîna siyasî ya dengderan wiha ne:

Dengderên AK Partiyê:

Ji sedî 77,3ê dengderên AK Partiyê dibêjin bila hilbijartin neyê kirin lê ji sedî 18,3ê wan li gel hilbijartina pêşwext in û ji sedî 4,4ê wan jî ev pirs bê bersiv hiştiye.

Dengderên CHPyê:

Ji sedî 75ê dengderên CHPê ligel wê yekê ne ku hilbijartina pêşwext bê kirin, lê 21,1ê wan dibêjin bila ew hilbijartin neyê kirin, Ji sedî 3,9ê wan jî nerîna xwe negotine.

Dengderên DEM Partiyê:

Wekî dengderên CHPyê ji sedî 67,4ê dengderên DEM Partiyê jî hilbijartina pêşwext dixwazin.

Ji sedî 27,6ê wan ne li gel kirina hilbijartineke pêşwext in û ji sedî 5ê dengderên DEM Partiyê jî bersiva vê pirsê nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst