Hewlêr (Rûdaw) – Kompanyaya Lêkolînê ya MetroPOLLê dengê partiyan eşkere kir.
Kompanyaya Lêkolînê ya MetroPOLLê encamên rapirsiya “Nebza Tirkiyeyê-Çiriya Pêşîna 2024an” eşkere kirin.
Li gorî lêkolînê eger yekşemê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartin werin kirin CHP ji sedî 32,1ê dengan bi dest dixe û dibe partiya yekem û AK Partî jî ji sed 31ê dengan bi dest dixe û dibe partiya duyem.
MetroPOLL her meh rapirsiyekê bi navê “Nebza Tirkiyeyê” dike û ji beşdaran pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartin werin kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye kirin.
Beşdaran wiha bersiva pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartin werin kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” daye:
CHP: Ji sedî 32,1
AK Partî: Ji sedî 31
DEM Partî: Ji sedî 10,6
MHP: Ji sedî 6,3
ÎYÎ Partî: Ji sedî 5,6
Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 3,6
Partiya Zaferê: Ji sedî 3,8
TÎP: Ji sedî 1,7
Rapirsiya Enstîtuya Xebatên Civakî
Enstîtuya Xebatên Civakê jî li ser hilbijartinên giştî rapirsiyek kir û encam ragihandin.
Di rapirsiya Enstîtuya Xebatên Civakî de jî ji beşdaran pirsa “eger îro hilbijartinên parlamentoyê werin kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?”
Encamên derketine holê wiha ne:
AK Partî: Ji sedî 32,1
CHP: Ji sedî 26,9
DEM Partî: Ji sedî 8,7
Partiya Zaferê: Ji sedî 8,4
MHP: Ji sedî 7,5
ÎYÎ Partî: Ji sedî 6,2
Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 3,4
TÎP: Ji sedî 2,3
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse