Hewlêr (Rûdaw) - Roja çarşemê di Komîsyona Budçe û Planê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de budçeya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê hat gotûbêjkirin.
Zêdebûna bikaranîn û belavbûna madeyên hişbir li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mijareke sereke ya gotûbêjan bû.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya behsa amarên rûbirûbûna madeyên hişbir kir.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya anî ziman:
“Me 10 mehên dawî di rûbirûbûna madeyên hişbir de 197 hezar û 354 operasyon pêk anîn.
23 hezar û 973 kes hatine girtin û li ser 8 hezar û 969 kesan jî biryara kontrola dadî hatiye dayîn.”
Ew amar û gotinên Yerlîkaya ne bi dilê beşek ji opozîsyonê bû û wan Hikûmeta Tirkiyeyê bi wê yekê tohmetbar kir ku di rûbirûbûna madeyên hişbir de ne jidil e.
“Zehmet e ku em bibêjin xebatên we serkeftî ne”
Parlamenterê HEDEPê Mehmet Ruştu Tîryakî li ser mijarê got:
“Mixabin tiştên ku hikûmet dibêje û rastiyên vî welatî ne wekhev in. Hûn dibêjin em rûbirûyî madeyên hişbir dibin lê Tirkiye bûye bazareke madeyên hişbir û binkeyeke belavkirina wan.
Mixabin her roj zarokên vî welatî û paşeroja me bi awayekî berbelav di bikaranîna madeyên hişbir de berdewam e. Ji ber wê jî zehmet e ku em bibêjin xebatên we yên di vî warî de serkeftî ne.”
Parlamenterê ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez jî li ser madeyên hişbir koçber kirin armanc û îdia kir ku bikaranîna beşek ji wan madeyan bi taybetî piştî hatina koçberên Efxan zêde bûye.
Parlamenterê ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez got:
“Belge û amarên cidî hene ku piştî hatina koçberên Efxan a nav Tirkiyeyê li welat bikaranîna metamfetamînê zêde bûye. Sedema vê yekê jî gelekî zelal e.
Ji ber ku Efxanistan yek ji welatên sereke yên cîhanê ye ku riweka madeya xav a metamfetamînê efedra lê tê berhemanîn.
Ji her 10 malên li Efxanistanê li yek ji wan atolyeyên bi vî awayî hene û ew matamfetamîna li wan atolyeyan tê berhemanîn mixabin di çenteyên li pişta van koçberên ku min behsa wan kir de hatiye nav Tirkiyeyê û zarokên me hatine jehrîkirin.”
Her ku diçe berbelavtir dibe
Metamfetamîn yek ji wan madeyên hişbir e ku herî zêde li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bikaranîn û her ku diçe berbelavtir dibe.
Li gorî raporeke Serokayetiya Rûbirûbûna Tawanên Narokotîkê ya Tirkiyeyê ku Tebaxa îsal belav kiriye sala 2021ê dest bi ser 5 ton û 897 kîlogram metamfetamîn de hatiye girtin.
Sala borî rêjeya dest bi serdegirtina wê madeya hişbir ji sedî 193 zêde bûye û gihiştiye 16 ton û 210 kîlogram.
Di sala 2015an de tenê li 54 parêzgehan dest bi ser wê madeya hişber de hatiye girtin lê di 4 salên dawî de li 81 parêzgehan dest bi ser de hatiye girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse