Qezayên trafîkê: Di 10 mehan de 2 hezar û 525 kesan canê xwe ji dest da

09-11-2023
RÛDAW
Nîşan Qezayên Trafîkê Trikiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Trafîkê ya Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê, amarên bûyerên trafîkê yên 10 mehên sala 2023yan eşkere kirin.

Tenê meha Îlonê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 49 hezar û 201 bûyerên trafîkê çêbûne.

Di wan bûyeran de 272 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Di 10 mehên 2023yan de li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 461 hezar û 10 bûyerên trafîkê çêbûne.

Li gorî amarên fermî, di wan bûyeran de 2 hezar û 525 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Herwiha 300 hezar û 281 kes jî birîndar bûne û bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Li gorî daxuyaniyên Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, di wan 10 mehan de 210 hezar û 452 bûyer ji wan ji ber xemsarî û şaşiyên şofêran çêbûne.

Herwiha 21 hezar û 97 bûyer ji ber peyayan, 2 hezar û 780 bûyer ji ber kêmasiyên di otomobîlan de, 759 bûyer ji ber pirsgirêkên rêyan çêbûne û hezar û 530 bûyer jî rêwî bûne sedem.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst