Li Amedê bikaranîna madeyên hişbir zêde bûye: Malbat ji hev belav dibin

20-09-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Zêdebûna madeyên hişbir wisa kiriye ku malbat ji hev belav bibin
Zêdebûna madeyên hişbir wisa kiriye ku malbat ji hev belav bibin
Nîşan Amed Madeyên Hişbir Baglar
A+ A-

Amed (Rûdaw) -  Li Amedê bikaranîna madeyên hişbir di van demên dawiyê de zêde bûye û nexasim jî li navçeya Rezanê.

Zêdebûna madeyên hişbir wisa kiriye ku malbat ji hev belav bibin.

Heyat Ekenê ji ber madeyên hişbir ti xweşiyek di jiyana xwe de nedîtiye.

Pênç sal berê kurê wê yê 16 salî Şahidîn piştî bikaranîna madeyên hişbir xwe kuştiye.

Ev salek e jî keça wê ya 18 salî Şîlan ji ber madeyên hişbir mal terikandiye.

Piştî çûna keça wê Şîlanê kurê wê yê 22 salî Nîhat jî 3 meh berê dev ji mala xwe berdaye.

Niha ne keç û ne jî kurê wê hene. Ew li malê bi hevjînê xwe re tik û tenê ye.

Dayika Şîlanê û Nîhat zirermendê madeyên hişbir Heyat Ekenê got:

“Ev made û dermanên pîs derketine, zarokên me jî elimandine. Wan qîza min xapandiye. Belkî qîza min niha di talûkeyê de be û newêre telefonî min bike.

Wê hîn dikin. Ez digerim nagerim wê nabînim. Bi şev û roj li kuçeyan digerim ez wê nabînim.”

Evdilqadir Eken zirbavê Şîlanê û Nîhat e. Ew her roj wêneyên wan dide destê xwe û li kuçe û kolanan li keçhilî û kurhiliyê xwe digere.

“Kezeb e, dilê me dişewite”

Zirbavê zirarmendên madeyên hişbir Evdilqadir Eken jî got, “Kezeb e. Dilê me dişewite. Em ji Xwedê, ji dewlet, miletê, ji heval û hogiran rica dikin ew li kû ne bila wan derxin û bînin.”

Aytekîn Kaya jî bavê 6 zarokan e. Ew her roj li çaryana Rezana (Baglar) Amedê li bende ye ku kesek bê û pê karê hemaliyê bide kirin.

Lê gelek caran hemalî jî bi destî wî nakeve. Ew li xwe datîne ku madeyên hişbir esrarê dikişîne.

Dibêje eger sazî û dezgeh lê xwedî derkevin, ew dê tedawî bibe û dev ji esrarê berde.

“Ez dixwazim tedawî bibim û zarokên xwe bidim xwendin”

Zirarmendê Madeyên Hişbir Aytekîn Kaya got:

“Ez dikişinim. Ez bi şev û roj dikişinim. Hebe dikişinim. Ciwanên me êdî neman.

Heban û krîstalê bi kar tînin. Êdî esrar têra wan nake. Ez dixwazim tedawî bibim. Dewlet karekî bide min, ez 6 zarokên xwe bi xweşikî bidim xwendin.”

Xelkê navçeya Rezana Amedê jî ji belavbûna zêde ya madeyên hişbir bêzar bûye. Li gorî gotina wan êdî li hemberî van madeyan helaka wan çûye.

Rûniştvanê Rezanê Mustafa Sayan jî got, “Li Amedê pir zêde bûye. Krîstalê dikişînin, eroînê dikişînin."

Rûniştvanê din ê Baglarê jî got, “Pir bûye. Her der bûye esrar.”

Rûniştvana Rezanê Emîne Çelebîoglu diyar kir, “Herî zêde li vir heye. Her duyan jî bi kar tînin.”

“Divê dewlet van tiştan biqedîne”

Rûniştvanê Baglarê Remzî Alagoz jî wiaha axivî:

“Dewlet divê li ser van tiştan bisekine. Divê dewlet van tiştan biqedîne. Ev gênc hemû ketine kuçeyan, diziye dikin, xelkê xesp dikin. Êdî dikevin malên milet.”

Li gorî rapor û lêkolînên ku sazî û dezgehan li ser bikaranîna madeyên hişbir kirine, ev made li Amedê herî zêde li Rezanê tên bikaranîn.

Ji ber ku Rezan navçeya herî mezin, herî nexwende û herî hejar a bajêr e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst