Pervîn Buldan: Bila ti kes li ser HDPê siyasetê neke

09-09-2022
RÛDAW
Nîşan HDP Pervîn Buldan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka HDPê Pervin Buldan bersiva nîqaşên li ser partiya xwe da û got “Bila ti kes li ser HDPê siyasetê neke û hemû kes dema di axvin bila heddê xwe bizanibin.”

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan roja Înê 9ê Îlona 2022ê li navenda giştî ya partiya xwe bi armanca diyarkirina polîtîkayên heyama nû beşdarî civîna Encûmena Jinan bû û li ser mijarên di rojevê de axivî.

Pervîn Buldan amaje bi wê yekê da ku pirsgirêka wan tenê ne guhertina kesên li desthilate ye û ew dixwazin bi giştî sîstema ku hilweşiyaye biguherînin.

Buldan li ser nîqaşên çend rojên dawî yên derbarê dayîna wezaretan bo HDPê de jî got bila ti kes li ser HDPê siyasetê neke û dê bi têkoşîna xwe vê sîstema hilweşiyayî têk bibin.

Hevseroka HDPê Pervin Buldan got “Ez ji vê derê careke din bi zelalî bêjim. Bernameyeke ku jin beşdar nebin ti caran bi ser nakeve. HDP li ser mezinkirina têkoşîna jinan hatiye damezrandin û partiyeke jinan e. Bila Hevpeymana Cumhur jî û ya Millet jî vê yekê bizanibe. Bila ti kes li ser HDPê siyasetê neke û HDP neke amûreke ku pê xwe mezin bike.

Divê hemû kes heddê xwe bizanibin. Hun dema behsa HDPê dikin divê hezar caran bifikirin. Pirsgirêka me ne ew e ku dê kî bibe desthilat, armanca me ew e bilez ev sîstema hilweşiyayî guhertine. Ji ber ev sîstem bê edalete û têk çûye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst