Partiya Paşerojê bersiva banga Demîrtaş a ‘Tifaqa Demokrasiyê’ da

09-09-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Berdevkê Partiya Paşerojê Selim Temurcî, bersiva bangawaziya “Tifaqa Demokrasiyê” ya hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş da û ragihand: “Em girîngiyê bi lihevkirina di çarçoveya nirxên demokratîk de û pêkvejiyanê didin, lê xeta me ya sor heye, ew jî teror e.”

Piştî ÎYÎ Partiyê, Partiya Paşerojê ya bi serokatiya Ahemet Davutoglu jî bersiva bangawaziya “Tifaqa Demokrasiyê” ya hevserokê berê HDPê Selahattin Demîrtaş da.

Berdevkê Partiya Paşerojê Selim Temurcî got: “Ji destpêka damezrandina partiyê ve em dibêjin divê li ser nirxên demokratîk bêne ba hev. Em her tim amaje bi du xalan dikin; rejîma otorîter an rejîma demokratîk? Me her tim gotiye demokrasî.Em girîngiyê bi lihevkirina di çarçoveya nirxên demokratîk de û pêkvejiyanê didin, lê xeta me ya sor heye, ew jî teror e.”

Derbarê bangawaziya Demîrtaş de jî Temurcî wiha axivî: “Ji bo paşeroja welat, em guhdariya dengê her aliyê ku baweriya xwe bi demokrasiyê tîne dikin. Minak em daxuyaniya Ahmet Turk a berî niha ku gotibû ‘siyaseta çekê êdî bi dawî bûye û divê siyaseta demokratîk derbikeve pêş’ girîng dibînin. Bi me şaş e partiyek ku 6 milyon deng wergirtiye ne rewa were dîtin. Çiqas girîng e HDP xwe ji terorê dûr bixe ewqas ji bo paşeroja welatê me jî girîng e.”

Di berdeamiya axavtina xwe de Temurcî amaje bi wê yekê kir ku divê HDP bixwe xwe rexne bike û got: “HDP û Demîrtaş rikeberên me yên siyasî ne. Em hin gotinên wî yên tifaqa demokrasiyê girîng dibînin, lê divê ew jî bixwe xwe rexne bikin.”

Selaahtin Demirtaş ji Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê hatiye zindanîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst