Tirkiye: Di qedexeyên Cizîrê de mafê jiyanê nehatiye binpêkirin

09-07-2022
Nîşan Cizîr Xendek Bakurê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) di dosyeya qedexeyên derketina derve de yên sala 2015an ên li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê biryar da ku mafê jiyanê nehatiye binpêkirin ku di wan qedexeyan de kesên sivîl jin û zarok jî di nav de 288 kes ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiye ve hatibûn kuştin.

Parêzer Ramazan Demîr derbarê biryarê de nerazîbûn nîşan da û ragihand ku ew dê careke din dosyeyê bibin Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê.

Di qedexeyên sala 2015a ên li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê de ku wek “Şerê Xendekan” jî tên binavkirin bi giştî 288 kes ku beşek ji wan zarok, jin û welatiyên sivîl bûn di operasyonan de ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiye ve hatibûn kuştin.

Kesûkarên qurbaniyan doz vekiribûn û serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) dabûn, lê wê dadgehê biryar da ku di wan qedexeyan de “mafê jiyanê nehatiye binpêkirin”. Parêzerê dozê Ramazan Demîr li ser hesabê xwe yê medya civakî bi peyamakê nerazîbûn dijî wê biryara AYMê nîşan da.

Demîr amaje bi wê yekê da ku wan di sala 2018an bo dozê serî li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê dane, lê dadgeha navborî ji wan re gotiye divê hun li benda Dadgeha Destûra Bingehîn bimînin û got: "Me di rûniştina Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê bi zelalî anî ziman ku Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiye dê biryareke wiha bide, lê guh nedan vê yekê.”

Ramazan Demîr got, “Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiye gihişt ber destê me em dê careke din dosyeyan bibin ber destê  Dadgeha Mafên Mirov a  Ewropayê.”

Qedexeya derketina derve ya li navçeyên Silopî û Cizîrê yên Şirnexê di 14ê Kanûna 2015an de destpê kiribû û ew qedexe li Cizîrê di 2ê Adara 2016an de bi dawî bûbû. Di dema qedexeyê de şerekî giran di navbera Artêşa Tirkiye û Gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de destpê kir û di encam de 177 kes li 3 jêrzemînên cuda bi giştî 288 kes hatin kuştin.

Li gor raporên komaleyên mafên mirov ji qurbaniyan 1 jê pitik 41 zarok û 22 ji wan jin bûn. Di nav wan qurbaniyan keçek bi navê Cemîle Çagirga jî hebû ku termê wê bo dema 3 rojan di nav sarkerê de hatibû ragirtin. Hevserokê şaredariya Cizîrê yê HDPê Mehmet Tunc jî di yek ji wan jêrzamînan de bûbû qûrbanî. Herwiha termê 14 kesan tevî ku malbatan nimûneyên DNAyê jî dane bo malbatên wan nehatine radestkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst