Demirtaş: Tenê bi dijatiya AK Partiyê paşeroj nayê avakirin

09-07-2020
RÛDAW
Nîşan Selahattin Demirtaş AK Partî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş dibêje, bi dijatîkirina AK Partiyê ew nikarin paşrojê ava bikin û tekez dike, “li cihê ku li ser AK Partiyê biaxvin, dema wê yekê hatiye ku em li ser paşrojê biaxivin.”

Selahatin Demirtaş li ser twîttera xwe derbarê rewşa niha ya li Tirkiyê de peyamek belav kiriye û têde daxwaz ji opozisyon, medya, akademîsyeyn û rêxstinên civaka sivîl dike ku tevlî xelkê bibin.

Demirtaş ku ji 4ê Mijdara 2016an ve li Zindana Edîreneyê girtî ye, di peyama xwe de dibêje, “ji bo gihîştina bi demokrasiyê, merc e ku hem li nav parlemenê, hem li derveyê parlamentoyê kar û xebateke bi bandor were encamdan, bêyî ku cudahî di navbera Kurd û Tirk yan Elewî û Sunî yan sekular û konservatîv de hebe û dibêje, nabe em xwe ji wê yekê dûr bigirin ku li kêleka hev rawestin û pêkve bêne dîtin.”

Demirtaş dibêje, “Tirkiye bo me hemûyan e û em hemîû tevde Tirkiyeyî ne, pêwîst e bi hev re welat birêve bibin û bi hev re ava bikin.”

Di beşeke din a peyama xwe de hevserokê berê yê HDPê tekezî li ser wê yekê dike, ku nabe tenê bi dijatiya AK Partiyê siyaset were kirin û dibêje: “Tenê bi rêya dijatîkirina AKP paşeroj nayê avakirin, li cihê axavtina li ser AK Partiyê, dema wê hatiye em li ser paşerojê baixivin.”

Selahattin Demirtaş destnîşan dike: “AKP di yekem hilbijartinê de didûrîne, di vê navberê de kombûna li ser bingehên demokrasî û pêkanîna alternatîveke bihêz ku cihê baweriya civakê be, erkekî dîrokî yê opozisyonê ye.”

Demirtaş li ser doza derbarê bûyerên 6-8 Cotmeha 2014an yên têkildarî Kobaniyê de, cezayê zîndanê lê hatibû birîn û ji sala 2016ê ve di girtîgehê de ye û tevî ku dema cezakirina wî bi dawî hatiye, lê nehatiye berdan.

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê roja 19ê Hezîranê derbarê Demirtaş de bi koma dengan biryar dabû, ku ji ber girtina wî bo demeke dirêj, mafê Demirtaş hatiye binpêkirin. Dadgehê herwiha biryar dabû, ku hikûmet 50,000 Lîreyên Tirkiyê weke tezmînat bide Demirtaş.

Piştî wê biryara Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, parêzerên wî Mahsuni Karaman, Benan Molu, Ramazan Demir, Aygul Demirtaş Gokalp û Sertaç Buluttekin ji bo azadkirina wî serî li Dadgeriya Cezayên Silhê ya Nobedar li Enqerê dabûn lê serlêdana wan hatibû redkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst