Berbijêrên DEM Partiyê yên Stenbolê diyar bûn

09-02-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Stenbol Meral Daniş Beştaş Murat Çepnî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî bûn berbijêrên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) berbijêrên xwe yên ku wê di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de bên lidarxistin eşkere kirin.

Meral Daniş Beştaş kî ye?

Siyasetmedara Kurd Meral Daniş Beştaş 5ê Nîsana 1967an li navçeya Şemrexê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bû.

Di sala 1990î de Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê qedand.

Sê serdeman di Komaleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (ÎHD) de rêveberî kir.

2 Serdeman di Desteya Rêveberiya Baroya Amedê de rêveberî û wekîltiya serokayatiya baroyê kir.

Li Navenda Hevgtirtinê ya Mafên Jinan a Baroya Amedê serokayetî kir.

Sala 1999an Xeleta Mafên Mirovan a Weimarê ya Almanyayê wergirt.

Di hilbijartinên serdemên 25 û 26emîn ên Parlamentoya Tirkiyey de ji HDPyê wekî parlamenter hat hilbijartin.

Di serdema 27emîn de jî ji wek parlamentera Sêrtê hat hilbijartin.

Di serdema 28emîn a parlamentoyê de ku 14ê Gulana 2023yan hilbijartinên wê hatin kirin Beştaş ji parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê wekî parlamenter hat hilbijartin û niha Serokwekîla Koma DEM Partiyê ye li Parlamentoya Tirkiyeyê.

Meral Daniş Beştaş zimanên Kurdî û Tirkî bi başî û Îngilîzî jî bi asteke navîn dizane.

Zewicî û dêya 2 zarokan e.

Murat Çepnî kî ye?

Siyastemedar Murat Çepnî sala 1974an li bajarê Rîze yê Tirkiyê ji dayik bûye.

Derçûyê dibistana amadehiyê ye.

Ji sala 2010an ve bi awayekî çalak di nav siyasetê de ye.

Di navbera salên 2010-2016an endamtî û rêveberiya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) kiriye.

Ji sala 2016an ve di nav Partiya Demokratîk a Gelan de endamtiya Encûmena Partiyê û li  Encûmena Rêveberiya Partiyê wekî alîkarê hevserok ê ji xwezayê berpirs kar kir.

Sala 2018an di serdema 27emîn a Parlamentoya Tirkiyeyê de ji bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê wekî parlamenterê HDPyê hat hilbijartin.

Berbijêrê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye.

Murat Çepnî zewicî û bavê 2 zarokan e.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li avahiya partiyê daxuyaniyek da û namzedên hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê eşkere kir.

Berbijêrên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî

DEM Partiyê ji hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî wekê namzed destnişan kirin.

Herwiha Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) berbijêrên xwe yên 40 bajar û 16 bajarên mezin eşkere kirin.

Berbijêrên bajar û bajarên mezin ên hatine ragihandin wiha ne:

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê

 Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amed

Ayşe Serra Bucak Kuçuk û Dogan Hatun

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê

Devrîm Demîr û Ahmet Turk

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê

 Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê

Kasim Yildirim û Bilmez Erboga

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê

Kemal Bulbul û Nesîbe Bahadir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Eskîşehîrê

 Gamze Toprak û Suat Başaraner

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Dezîliyê

Cevahir Kayar û Hanifi Yildirim

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Sakaryayê

Engin Guleser û Emîne Melîs Tantan

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê

Gulbahar Gunduz û Bulent Kiliç

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Samsûnê

Încî Aydin û Hasan Îlten

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Orduyê

Zeynep Toptaş Yilmaz - Necmettîn Durmuş

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Trabzonê

Leyla Uzum û Samedîn Gundogan

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Qeysesiyê

Remziye Erener û Îhsan Sariyar

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Mereşê

Fatma Şikyurek - Alî Ardiç

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Meletiyê

Sevîm Şîmşek Bayram û Abdulvahap Ekîm

Hevserokên Şaredariya Agiriyê

Hazal Aras û Memet Akkuş

Hevserokên Şaredariya Êlihê

Gulustan Sonuk - Mehdi Oztuzun

Hevserokên Şaredariya Bedlîsê

Sumeye Kiziltepe û Enver Barîn

Hevserokên Şaredariya Colemêrgê

Viyan Tekce û Mehmet Siddik Akiş

Hevserokên Şaredariya Îdirê

Nejla Kum û Mehmet Nurî Guneş

Hevserokên Şaredariya Qersê

Arzu Savaş Derman û Kenan Karahanci

Hevserokên Şaredariya Sêrtê

Safiye Alagaş û Mehmet Kaysi

Hevserokên Şaredariya Boluyê

Birsen Baş û Veli Saçilik

Hevserokên Şaredariya Yalovayê

Songul Hacioglu Dag û Cengîz Topbaşli

Hevserokên Şaredariya Çanakkaleyê

Canan Aytaç û Çetin Avci

Hevserokên Şaredariya Sêwazê

Semiha Şahin û Cemal Pîr

Hevserokên Şaredariya Erzinganê

Elmast Tolmaç û Birhat Onuk

Hevserokên Şaredariya Cîhanbeyliyê

Eylul Yaylaci û Hasan Ateşcî

Hevserokên Şaredariya Kuluyê

Ayşe Ozdemîr û Bekir Karakurt

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst