Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû kirin.
Li gorî nûçeya MAyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Suzan Akîpa û Emran Emekçî ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
Parêzer Ozgur Faîk Erol di hevdîtina 27ê Sibatê de bi Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtin kiribû.
Parêzer Rezan Sarica û Newroz Uysal Aslan herî dawî 7ê Tebaxa 2019an de çûbûn Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.
Hevdîtinên bi girtiyên Îmraliyê re tên astengkirin
Divê were gotin ku piraniya serlêdanên ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayên bersivandin. Hevdîtin, her 6 mehan carekê ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve bi hinceta “cezayê dîsîplînê” tên astengkirin.
Medyaya nêzîkî mixalefetê îdia kiribû ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê di hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de xwestiye ku rojnamevan û şandeyên navneteweyî serdana Îmraliyê bikin û bi Ocalan re hevdîtinan bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse