Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînê ya BETIMARê, CHP bi rêjeya ji sedî 32,5ê dengan di rêza yekem de cih digire, AK Partî jî bi rêjeya ji sedî 30,6 duyem e.
Kompanyaya Lêkolînê ya BETIMARê encamên rapirsiya xwe eşkere kirin ku meha Nîsanê ya 2025an li çend bajarên Tirkiye û Bakurê kiribû.
Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartina giştî ya parlamentoyê bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye kirin.
Li gor rapirsiyê CHP bi 1,9 puanan li pêşiya AK Partiyê ye û MHP jî bi rêjeya ji sedî 10,1ê bûye partiya sêyemîn.
Her wiha rêjeya dengên DEM Partiyê jî wekî ji sedî 9,4 hatiye diyarkirin.
Li gorî rapirsiya BETIMARê rêjeya dengên partiyan wiha ye:
CHP: Ji sedî 32,5
AK Partî: Ji sedî 30,6
MHP: Ji sedî 10,1
DEM Partî: Ji sedî 9,4
Partiya Zaferê: Ji sedî 4,3
ÎYÎ Partî: Ji sedî 3,6
Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 3
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse