Gelo Peymana Stenbolê tê betalkirin?

08-07-2020
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Peymana Stenbolê weke belgeya herî diyar ya komisyona Yekîtiya Ewropayê ya derbarê mafê jinan û naskirina nasnameya hevregeziya cinsî, heta niha ji aliyê 46 welatan ve hatiye qebûlkirin.
Peymana Stenbolê weke belgeya herî diyar ya komisyona Yekîtiya Ewropayê ya derbarê mafê jinan û naskirina nasnameya hevregeziya cinsî, heta niha ji aliyê 46 welatan ve hatiye qebûlkirin.
Nîşan Peymana Stenbolê Mafên Jinan
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê di mijara mafê jinan de yasaya 6284 û Peymana Stanbolê weke 2 belgename û destkevtin jinan tên qebulkirin, ji wan peymana Stenbolê yekem cara 12ê Adara sala 2012ê ji aliyê Tirkiyê ve hate qebulkirin ku ew peyman, li dadgehan mafên berfireh dide jinan û ji bo kesên ku tundûtijiyê li hember jinan pêktînin jî cezayên giran tîne.

Serokê Komeleya Mafê Mirovan, Ozturk Turkdogan dibêje, “Peymana Stanbolê derfeteke mezin dide ku di tawanên li dijî jinan de ceza neyê kêm kirin, bo nimûne kes nikare bêje min filan jin ji ber meselaya namûsê kuşt, yan ji ber orf û edetan min ev kar kir, li gorî peymanê ti kes nikare li ser navê namûsê jinan bikuje û peyman dibêje pêwîst e jin bi başî werin parastin.”

Derbarê peymana Stenbolê de van demên dawî nîqaş zêde bûne, yekem car parlementerê berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner, paşê berpirsê AK Partî Numan Kurtulmuş, herî dawî jî Serokê HUDA PARê Îshak Saglamnerazîbûna xwe anîn ziman ku ew dibêjin peymana Stanbolê dibe sedema zêdebûna karên bêexlaqî û zinayê. 

Endama Komiteya Navendî ya Partiya Kesk û Çep (Yeşîller Sol Gelecek), Selda Onurlu jî diyar dike: “Em hewil didin ku mijarê fêm bikin, dibêjin, ‘em ji ber hesasiyetên olî li dijî vê peymanê derdikevin’, lê peymana Stanbolê heman demê jinên misilman û dîndar jî diparêze.”

Aktivîstên jinan û komeleyên tekoşîna mafên jinan dimeşînin jî bi tundî li dijî hewlên betalkirina peymana Stenbolê derdikevin.

Behîye Kayaturk, aktîvîst û mamoste parêzvana mafê jinan, dibêje, “Dixwazin li gorî fikra xwe malbatekê ji bo civaka Tirkiyê pêk bînin, mafê kê heye ku biryarê li ser jiyana me ya malbatî bide?  Ma ew jinên hatine kuştin li dijî nirxên malbatê derketibûn? Bila ev xwe têkil nekin, civak bixwe dizane nirxên xwe diyar bike.”

Peymana Stenbolê weke belgeya herî diyar ya komisyona Yekîtiya Ewropayê ya derbarê mafê jinan û naskirina nasnameya hevregeziya cinsî, heta niha ji aliyê 46 welatan ve hatiye qebûlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst