Cilên mela li xwe kirin: Bi jinan re nimêj kir û ew tacîz kirin

08-04-2024
Nîşan Mizgeft Mêr Jin Nimêj Tacîzkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Samsunê yê Tirkiyeyê mêrekî li mizgeftê ebayê mela li xwe kir, serê xwe nixûmand û bi jinan re nimêj kir.

Tê îdiakirin ku wî mêrî jin tacîz kirine û polîs lê digerin.

Bûyerê li Samsunê li Mizgefta Bahçelîevlerê rû da.

Mêrêkî 40-45 salî yê ku nasnameya wî nehatiye diyarkirin ebayê mela li xwe kiriye, serê xwe nixumandiye û bi jinan re nimêja terawîhan kiriye.

Jinekê got ku wî mêrî ew tacîz kiriye û giliyê wî kir.

Polîs kamerayên ewlehiyê yên mizgeftê kontrol dikin û hewl didin gumanbar bigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst