Ji bilî TÎPê partiyên Hevpeymaniya Ked û Azadiyê bi lîsteyekê beşdarî hilbijartinan dibin

08-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hevpeymaniya Ked û Azadiyê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevpeymaniya Ked û Azadiyê helwêst û rêkeftina xwe ya li ser hilbijartinên Parlamenteriyê bi daxuyaniyeke hevbeş a çapemeniyê eşkere kir. Li gor wê rêkeftinê ji bilî Partiya Karkerkerên Tirkiyê (TÎP) hemû partiyên din ên wê hevpeymaniya li  81 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji  lîsteyên Partiya Çep a Kes (YSP) beşdarî hilbijartinê dibin.”

Serokên partî û pêkhateyên Hevpeymniya Ked û Azadiyê ku HDP serkêşiya wê dike, roja Şemiyê 8ê Nîsana 2023an li Enqerê civiyan. Piştî civînê serokên hevpeymaniyê helwest, nexşerê û rêkeftina xwe derbarê hilbijartinên Parlamenteriyê yên 14ê Gulanê de eşkere kir.

Gotara derbarê helwesta hilbijartinan a Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ji aliyê Hevberdevkê Partiya Çep Kes Îbrahîm Akin ve hat  xwendin.

Îbrahîm Akin bibîr xist ku wan weke hevpeymanî pêştir helwêsta xwe ya li ser hilbijartinên Serokkomariyê eşkere kiriye û got, “Armanca Hevpeymaniya Ked û Azadiyê dê weke hilbijartinên Serokkomariyê di hilbijartinên Parlamenteriyê de jî  dawî anîna rejîma yek kesî be.”

Hevberdevkê Partiya Çep Kes Îbrahîm Akin diyar kir ku partiyên  EHP, EMEP, HDP û SMF û TOP yên hevpeymaniyê  dê li 81 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji lîsteya Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinan bibin  û got, “Partiya Karkerên Tirkiyê jî dê ji 49 parêzgeh û 52 navçeyên hilbijartinê bi logoya xwe beşdarî hilbijartinan bibe. Dê li hemû parêzgehên din piştevaniya Partiya Çep a Kesk bibe.”

Akin derbarê lihevkirina hevpeymaniyê ya li ser hilbijartinan got, “Hemû navçeyên hilbijartinê yek bi yek hatine lêkolînkirin, di demên berê de parlamenterên ku HDPê qezenckirine esas hatine wergirtin, hem hejmara dengan, hem jî li ser vê  bidestxistina parlamenteran hatiye armanckirin.   Em dixwazin di encama van nirxandinan de bidin zanîn ku  em li ser  rêbazeke wiha gihiştine rêkeftinê ku  aramanca zêdekirina hejmara parlamenteran pêkbîne. Bi    encama hevbeş ku em weke Hevpeymaniya Ked û Azadiyê gihiştine wê û lihevkirina hevbeş ku me bi we re parevekiriye,  em ji bo kampanyayên xwe yên hilbijartinê bimeşînin, xebatên xwe dibin qonaxake din.”

Piştî daxuyaniya Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk, serokên Partiyên din jî gotarên xwe pêşkêşkirine û tekezî li serkeftina di hilbijartinên 14ê Gulanê de kirin.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar di gotara xwe de amaje bi wê yekê da ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê  krîzên kûr hene û avakirina hevpeymaniyekê ji bo çareserkirina wan krîzan pêdiviyeke bilez bû û wan ev pêdivî bicihaniye.

Sancar diyar kir wan di encama gotûbêj, kar û xebatan de wan rêyeke hevbeş dîtine û got, “Belê Hevpeymaniya me ku weke têkoşîna hevbeş destpêkiribû, bû yektiyeke hilbijartinan. Me derbarê hlbijartinên Serokkomariyê de helwesta xwe berî niha bi we re parvekiribû û me niha jî rêkeftina  xwe ya derbarê hilbijartinên Parlamentoyê de jî pêşkêşî we kir.”

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar anî ziman, “Hevalên rêzdar armanca me şandina vê desthilatê û guhertina vê sîstemê ye. Şandina desthilatê têr nake, lê bo guhertina sîstemê şert e. Dema em dibêjin guhertina sîstemê jî armanca me ew e ku ev rejîma li ser şer, derew û kedxwariyê hatiye avakirin, êdî bo zibildanka dîrokê bê avêtin. Em bi siyaseta rêya sêyem, di sedsala nû de ji bo avakirina Komara Demokratîk tên. Em ji bo ku di her warî hember vê krîzê çareseriyên gelparêz bibînin tên. Em bo belavkirina vê tarîtiyê tên. Di vî warî de vîna me saxlem û pêdagiriya me temam e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst