Parlamenterê DEM Partiyê: Em dixwazin pêvajoyeke nû dest pê bike

29-03-2024
RÛDAW
Nîşan Serhat Eren Amed DEM Partî Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren got, “Em dixwazin pêvajoyeke nû dest pê bike lê AKP xwe nade ber.”

Ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê 2 roj man û partiyên siyasî jî bangeşeyên xwe yên dawî dikin û daxwazê ji dengdêran dikin roja yekşemê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Parlamenterê Amedê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Serhat Eren bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

Serhat Eren behsa amadekariyên partiya xwe ya hilbijartinan kir û li ser helwesta boykotê ya dengdêran jî got:

“Di dema kampanyaya hilbijartinan de em çûn nava bajar û gundan, em çûne navçeyan ti kes nema ku temasa me li gel wan çênebûbe.

Li hin deran pir kêm kesan digot, em naxwazin herin ser sindoqan lê ew ne ji ber bêbwaeriya wan bû. Hinekî şikestin çêbûye. Berî hilbijartinan hinek pirsgirêk hebûn û dilşikestinek hebû.

Em çûn cem wan, em bi wan re axivîn û yên dilê wan ligel me yê ligel me ne. Pirsgirêk nîne. Li Amed û Kurdistanê yên hilbijartinan boykot bikin nînin.

Kêm kes hene ku bibêjin, em şaredarên xwe hildibijêr in û qeyûm bi ser wan de tên tayînkirin. Kesên wisa difikirin kêm in. Bi gelemerî wisa nafikirin. Lewma sindoq ne tenê ji bo şaredariyan e.

Sindoq ji bo xwedîderketina îradeya Kurdistanê ye. Sindoq xwedîderketina ziman e, xwedîderketina çanda Kurdan e. Li Amed û li Kurdistanê wisa ye.

Xelk dibêje ev 10 sal in me îradeya xwe tayîn kir lê AKPyê îradeya me nas nekir qeyûm bi ser şaredarên me de tayîn kirin.

Ew çi jî bikin em dê dîsan dengê xwe bidin şaredarên xwe, îradeya xwe tayîn bikin, ew jî çi dikin bila bikin. Em xwedî li îradeya xwe derdikevin.”

“Her dengek ji bo me girîng e”

Di berdewamiyê de jî Serhat Eren amaje bi wê yekê kir ku ev hilbijartin tevî hilbijartinên şaredariyan in, hilbijartinên demokrasî û redkirina polîtîkayên operasyonan e û got:

“Her dengek her rayek ji me re girîng e. Ji bo ku em ji polîtîkayan xurt derkevin û em wan polîtîkayan qebûl nakin nerazîbûna xwe nîşan didin.”

Serhat Eren li ser pirsa, “Gelo rêjeya dengên we zêde be dê qeyûm neyên tayînkirin?” anî ziman:

“Rêjeya dengên me zêde be ew girîng e. Belê ev hilbijartinên herêmî ne lê dê bandora wê û encama wê li ser siyaseta Tirkiyeyê û paşeroja me hebe.

Em ji bo wê dibêjin. Dengê me zêde derkevin hem li hemberî siyaseta tayînkirina qeyûman dibe bersiv, hem ji bo daxwaz û doza neteweyî ya Kurdan dibe bersiv.

Divê em îradeyaka xurt nîşan bidin. Ev tê wê wateyê.”

“Gelê me berbijêr diyar kirin”

Serhat Eren derbarê berbijêran û pêşhilbijartinên diyarkirina berbijêran de got:

“Piştî hilbijartinên 14ê Gulanê me hinek civîn pêk anîn. Gelê me got, em dixwazin berbijêrên xwe diyar bikin. Pêşhilbijartinan li dar bixin. Xelkê me got di pêşhilbijartinan de kî derkeve em dê wî qebûl bikin.

Dibe ku li hin cihan gelê me bibêje ti coşek nebû, em ji berbijêran ne razî ne lê bi giştî wan berbijêr hilbijartin.

Gel çû ser sindoqan û wan berbijêrên me hilbijartin. Coşa gelê me heye. Li 33 bajar û navçeyan teqez em qezenc dikin.”

“Li Pasûrê 2 hezar û 400 leşker û polîs hatine erkdarkirin”

Serhat Eren di berdewamiyê de jî amaje bi wê yekê kir ku li gelek bajaran ji bo qezenc bike AK Partiyê gelek leşker û polîs veguhastine bajaran û wiha dewam kir:

“AKPyê bi hezaran polîs û leşker anîne bajarên Kurdan ji bo ku deng bi kar bînin. Em ji vê re jî dibêjin derbeyek e.

Wekî nimûne, li navçeya Pasûrê ya Amedê 2 hezar û 400 polîs û leşker birine û li wir qeyd kirine.

Ji bo ku li wir dengê xwe bi kar bînin û piştre vegerin wî cihê ku erkê wan lê heye. Ev tişt hem namzetên me, hem jî gelê me motîve dike ku biçin ser sindoqan.”

Serhat Eren herwiha behsa rêjeya dengên DEM Partiyê yên li Amedê jî kir û da zanîn:

“Di hilbijartinên berê de, hin caran dengê me zêde bûne, hin caran jî kêm bûne lê em îdia dikin, di hilbijartinên 31ê Adarê de dê rêjeya dengê me li Amedê ji yên berê gelekî zêdetir be.”

“Em dixwazin pêvajoya aştiyê dest pê bike”

Derbarê danûstandin û lihevkirineke DEM Partî û AK Partiyê jî Serhat Eren da zanîn ku ji bo ewlehiya hilbijartinan ew bi hemû partiyan re civiyane û di wê çarçoveyê de bi AK Partiyê re jî civiyane û wiha dewam kir:

“Beriya hilbijartinan, derbarê lidarxistina hilbijartinan, ewlehiya hilbijartinan, em ligel partiyan civiyan.

Ligel AK Partiyê jî em di wê çarçoveyê de civiyan lê ez dikarim bibêjim, ti lihevkirinek di navbera me û wan de nîne. Ne AKPyê ti soz dane me û ne jî me ti soz dane AKPyê.

Rojevek hatiye çêkirin ku tê gotin AKP û DEM Partî dê dest bi pêvajoyekê bikin. Em dixwazin pêvajoyeke nû dest pê bike.

Bi salan e, em dixwazin pêvajoyeke nû dest pê bike lê AKP xwe nade ber wê pêvajoyê.”

“Eger em bihêz bin dê desthilat vegere çareseriyê”

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren herwiha anî ziman:

“Çareserî di destê me de ye. Gelê Kurd ji sindoqê bihêz derkeve, ev tê wê wateyê gelê Kurd ji mafên xwe yên neteweyî bi şûn de gav navêje. Daxwazên me yên neteweyî ev in.

Bi wî awayî em bihêz derkevin, wê demê dê desthilatdar jî bibêje, me çi kir û çi nekir. Me qeyûm tayîn kir. Me siyasetmedarên wan jî xistin zindanan. Me çi kir, nekir bi wî awayî bi şer bi çekê ev çareser nabe.

Em dê bên cem hev û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Pirsgirêka sereke jî Pirsgirêka Kurd e.

Eger em ji sindoqê lawaz derkevin, qels derkevin. Ez ne bawer im, AKP bi me re danûstandinê bike. Wê demê AKP wê bêje polîtîkaya min hatiye erêkirin. Nexwe ez di rêya rast da me.

Nexwe ez van polîtîkayên xwe bidomînim. Ji ver wê bandora van hilbijartinan gelekî girîng e. Mesele ne girtina şaredariyan e. Mesele ew e, em di hilbijartinan de bi xurtî derkevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst