Lehiya Stenbolê zerareke mezin da xelkê: ‘Piştî tespîtan divê esnaf were qerebûkirin’

07-09-2023
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Lehî Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Hîn destpêka payîzê ye û li gor texmînan dê heta zivistanê car caran baraneke gelekî gur bibare.

Di yekemîn barana demsalê de 3 navçeyên bajarê Stenbolê zivirîn bendavan.

Li Başakşehîr, Îkîtellî û Kuçukçekmeceyê hezar û 754 mal û dikan di binê avê de man.

Lêhiyê otomobîl û eşyayên xelkê da ber xwe û metirsiyeke gelekî mezin di ser van navçeyan re derbas bû.

Welatî Emîne Îdareyê got:

“Em xelkê Batmanê ne û ew 20 sal in em di vê avahiyê de rûdinin. Ji nişka ve av rabû û xwe da qata duyan.

Me gazî kir me got ka were me xilas bike mêrik got weleh ez nikarim bêm û derdor tev de bûn lêhî.

Paşê ew avahî xirab bû û tev de bû cihê lêhiyê.”

Li Stenbolê 2 kesan, li Kirklareliyê jî 4 kesan canê xwe ji dest da

Li Stenbolê di encama lêhiyê de 2 kesan, li bajarê Kirklareliyê jî 4 kesan canê xwe ji dest da.

Li Stenbolê 12 kes birîndar bûn, li Kirklareliyê 3 kes hîn jî wenda ne.

Welatî Ozkan Ozturker jî li ser lehiyê anî ziman:

“Di nava 10 çirkeyan de li vir her tişt guherî. Ji nişka ve ava vê newalê rabû û bi ser kuçeyê ket.

Xelkê vir di binê avê de ma. Bi 10-15 çirkeyan xelk rizgar bû lê ez nizanim ka kes miriye yan na ji ber ku bîlanço eşkere nebûye.”

Li bazara kerestefiroşan nîşaneyên mayî metirsî û xisara piştî lêhiyê nîşan didin.

Nêzikî 60 dikanan di binê avê de man û tenê zerara li vî bajarî derdora milyarek lîre ye.

Dikandar Ayça Aytaç jî got:

“Ev der mexezeyeke 20 salî ye. Ez bixwe 16 sal in tê de dixebitim.

Zerar gelekî gelekî mezin e û ez nikarim texmîn jî bikim lê gelek e.”

“Piştî tespîtan divê esnafên me bên qerebûkirin”

Serokê MASKOyê Mehmet Mutlu jî li ser zerara ku lehiyê daye got:

“Di gelek mexezeyên me de xisareke gelekî mezin çêbûye. Niha tespîta xisarê tê kirin.

Înşalah piştî tespîtan esnafên me yên li vir dê bên qerebûkirin.

Esnafên me bi heviyeke mezin li bendê ne daku dewleta me piştgiriya wan bike.

Em jî weke rêveberî dê her core serlêdanan bikin.”

Li gor amarên ku Parêzgariya Stenbolê ragihandine di demjimêrekê de bi qasî 150 metre sêgoşe baran bariyaye.

Nêzikî 3 hezar kes ji lêhiyê hatine rizgarkirin û li cihên ewle hatine bicihkirin.

Herwiha nêzikî 700 xanî tevî eşyayên di hundir de êdî dê neyêne bikaranîn.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê her malek 15 lezar lîre piştgir wergire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst