Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Stenbolê bi dirûşma "Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na" mîtîngek li dar dixe.
HDP piştî mîtînga ku duh Şemiyê li Amed a Bakurê Kurdistanê bi dirûşma "Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na" li dar xist, îro Yekşemê jî li Qada Kartal a Stenbolê mîtîngê li dar dixe.
Li qada mîtîngê ya bi alayên HDPê hatiye xemilandin, pankarta "Bila Aysel Tugluk bê berdan" hat daliqandin.
Li derdora cihê mîtîngê tedbîrên ewlehiyê yên tund hatin girtin.
Di mîtîngê de Hevserokê Stenbolê yê HDPê Ferhat Encu axaftinek kir.
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan û Hevberdevkê HDKê Cengîz Çîçek jî dê biaxivin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse