Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê jinan li dijî tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên Êlih, Mêrdîn, Xelfetî û Esenyurtê xwepêşandanek kir.
Jinên endamên Platforma "Jin Bihevre Bihêz in" li ber Operaya Sureyyayê ya li Kadikoyê kom bûn û li dijî tayînkirina qeyûman nerazîbûna xwe anî ziman.
Nûnera Platforma "Jin Bihevre Bihêz in" got:
“Îro li Stenbolê wekî jinan em dengê xwe bilind dikin. Em li dijî qeyûman in.
Qeyûm derbeyeke li dijî jinan e. Lewma em dibêjin em şaredariyên xwe ji talanker, gendel, wêranker û dijminên jinan re nahêlin, em dê bi hev re bimeşin.”
Piştî daxuyaniyê jinan xwest bimeşin lê hejmareke zêde ya polîsan mudaxele kir û nehişt ku jin bimeşin.
Li ser wê yekê di navbera çalakvanên jin û polîsan de alozî derket.
“Ev çi sîstem e?”
Xwepêşanderekê nerazîbûna xwe anî ziman û got:
“Ev çi sîstem e? Li van binêrin hemû Stenbol aniye vir.
Di dema erdhejan û kuştina jinan de hûn li kû derê bûn?
Wê demê roja we ya bêhnvedanê bû? Mirov bawer nake.
Hîn jî tîmên piştgiriyê dixwazin. Ew ji komeke jinan ditirsin lê li Stenbolê serê jinekê tê jêkirin û ji sûran tê avêtin, yek ji we li wir nebû.
Hêza we tenê têra van 30 jinan dike.”
Şeva borî ne tenê li Stenbolê, li Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê jî çalakî berdewam bûn û li Wanê jî xelkê nerazîbûna xwe anî ziman.
Heta niha di wan xwepêşandanan de 140 kes hatine desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse