Elewî dê li dijî pêşniyarnameya Elewiyan li ber parlamentoya Tirkiyê bicivin

06-11-2022
RÛDAW
Nîşan Elewî Xemxane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sazî û komeleyên Elewiyan yên ku pêşniyarnameya xercî û nûjenkirina Cemxaneyan bi budceya Wezareta Çandê ya Tirkiyê ve girêdide lawaz dibînin û daxwaz dikin hinek sererastkirin tê de bên kirin, ku daxwaz dikin Cemxane bi fermi wek perestgehan werin naskirin, dê di 8ê mijdarê de demjimêr 10:00 li ber Parlamentoya Tirkiyeyê kom bibin û daxwazên xwe bînin ziman.

Pêşniyarnameya yasayê ya ku daxwaz dike mûçeyê Pîrên Elewiya, xericî û avakirina Cemxaneyan girêdayî Wezareta Çandê be, heftiya borî li Komisyona Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin.

Li ser bingeha vê pêşniyarnameyê bo avakirin nûjenkirina Cemxaneyan jî dê destûr ji walîtiyan were girtin û şaredariyên bajaran jî piştgiriyê bibin wan. Her wiha dê xerciya elektirîka wan jî li ser Wezareta Çandê be.

Lê saziyên û komeleyên Elewiyan ji vê pêşniyarnameyê ne razî ne û daxwaz dikin sererastkirin tê de bên kirin û daxwaz dikin Cemxane wek peresthgeh û cihên îbatedê werin dîtin.

Ji bo van daxwazên xwe bînin ziman, dê di 8ê Mijdarê de demjimêr 10:00an de nûnerên sazî û komeleyên Elewiyan li ber parlamentoya Tirkiyeyê kom bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst