Nîqaşa Dewleta Bektaşiyan: 'Em vê dewletê qebûl nakin!'

2 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Welî Ercan Geçmez û Muslum Dogan
Welî Ercan Geçmez û Muslum Dogan
Nîşan Dewleta Bektaşiyan Bektaşî Elewî Albanya Serokwezîrê Albanyayê Edi Rama
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Nûnerên Elewî û Beştaşiyên Tirkiyeyê diyar dikin ku ew dê "Dewleta Bektaşiyan" qebûl nekin.

Serokowezîrê Albanyayê Edi Rama di daxuyaniyeke xwe de ragehand ku ew dê li paytextê Albanyayê "Dewleteke Bektaşiyan" ava bikin.

Mijar di nav Bektaşî, Elewî û Qizilbaşên Kurd û Tirk de jî dibe cihê nîqaşan.

Piraniya Bektaşî û Elewiyan dibêjin ti pêwendiya vê pêngavê bi wan re nîne.

Hewlên damezrandina dewleteke Bektaşiyan li ser 27 donimên erdî li Tîrana payetextê Albanyayê di nava Bektaşî û Elewiyên li Tirkiyeyê de bûye mijareke germ.

Navenda sereke ya Bektaşiyên Tirkiyeyê li dijî vê hewlê derdikeve, sedem jî ew e ku serokê vê navendê dibêje li gorî baweriya Bektaşiyan pêwîst e Xelîfe Baba ji Tirkiyeyê be û bi îstîşare biryar bê dayîn.

Her wiha Navenda Bektaşiyan di heman demê di wê baweriyê de ye ku ev pêngav xizmeta Bektaşiyan û Elewiyan nake.

"Em dewleteke wisa qebûl nakin"

Serokê Navenda Hecî Bektaşê Welî Ercan Geçmez li ser wê pêngavê wiha got:

"Îro nîqaş li ser dewlekete Bektaşiyan tê kirin lê belge hene ku em nikarin dewleteke wisa qebûl bikin.

Belgeya sala 1998an a civîna Îzmîrê dibêje, ’pêwîst e Baba Xelîfe xelkê Tirkiyeyê be` lê kesê niha xwe wekî Baba Xelîfe îlan kiriye ne xelkê Tirkiyeyê ye.

Pêwendiya vê mijarê  tenê bi  baskê Babaxanên Bektaşiyan ve heye. Ti pêwendiya vê mijarê bi me re nîne.”

Li gorî hinek îdiayan plana dewleta Bektaşiyan dê rûyê nerm ê Îslamê nîşanî cihanê bide û dê bibe alternatîvek li dijî fikrên tundî û selefiyetiyê.

Li gorî amaran, li Tirkiyeyê herî kêm 15 milyon Elewî û Bektaşî hene û ji sedî 60ê wan jî Kurd in.

Hinek Elewiyên Kurd jî li dijî vê pêngavê derdikevin.

"Belkî baweriya Bekteşiyan li ser asta navneteweyî were qebûkirin"

Siyasetmedar û Serokê Berê yê Komeleya Pîr Sultan Abdalê Muslum Dogan jî wiha got:

Bi dîtina min ev pêngaveke rast nîne. Dibe ku tenê yek sûda wê hebe ew jî ew e ku di qada navneteweyî de Elewî û Bektaşî bên nasîn û baweriya wan bê qebûlkirin.

Ji bilî wê em dikarin bêjin ku ev hewleke îstixbarata taybet a Albanyayê ye û li gorî berjewendiyên xwe yên navneteweyî difikirin”

Hejmara xelkê Albanyayê li gorî dawî serjimêriyê 2 milyon û 800 hezar e.

Hejmara Bektaşiyan jî li vî welatî dijîn derdora 280 hezar kes in û  Bektaşî çaremîn pêkhateya mezin a Albanyayê ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst