YSPyê li ser bombebaranên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da

06-10-2023
RÛDAW
Nîşan YSP Êrişên Tirkiyeyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - YSPyê li ser êrişên hewayî yên artêşa Tirkiyeyê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê diyar kir “Ji êrişên DAIŞê ne cudatir in.”

Partiya Çepên Kesk (YSP) li ser êrişên hewayî yên artêşa Tirkiyeyê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Tirkiyeyê piştî êrişa li dijî Wezareta Karêm Navxwe ya Tirkiyeyê êrişên hewayî li herêmên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê zêde kirin.

Bi gotina berpirsên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), artêşa Tirkiyeyê di êrişên xwe de sivîlan dike armanc.

“Ji êrişên DAIŞê ne cudatir in”

YSPyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser jêrxana sivîl a ku li Rojavayê Kurdistanê dibe armanca êrişên Tirkiyeyê û got:

“5ê Çiriya Pêşîn bi fermana desthilata AK Partiyê sivîlên li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrişên hewayî hatin bombebarankirin.

Di van êrişan de santrala elektrîkê, kargeha tuxleyan, depoyên genim, tesîsên hilberîna xwarinê, bendav, pir û rê jî di nav de gelek cih hatin bombebarankirin.

Ji ber van êrişan gelek welatiyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tê de gelek kes hatin qetilkirin û birîndarkirin.

Ev êrişên ku şert û mercên jiyanê yên gelên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Ermenî dike armanc, ji êrişên DAIŞê ne cudatir in.”

Partiya Çepên Kesk herwiha daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ya piştî êrişa Enqereyê bi bîr xist û got:

“Berî çend rojan Wezîrê Karên Derve yê AK Partiyê Hakan Fîdan bi awayekî eşkere nîşan da ku ew dê herêmên sivîl ên Kurdan bikin armanc.

Di daxuyaniya xwe de Fîdan li ber çavê gelên Tirkiyeyê û yên cîhanê li xwe mikur hat ku ew dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tawanên bi pergal û plankirî pêk bînin.

Ev daxuyaniya eşkerekirina hedefgirtina sivîlan di hiqûqa navdewletî de tawanek e. Ev daxuyanî bi awayekî eşkera îtirafkirina tawana şer e.”

“Em vê rejîmê û ferasetê qebûl nakin”

YSPyê nerazîbûna xwe ya li hemberî êrişên li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nîşan da û anî ziman:

“Em vê rejîmê û feraseta ku li her derê cîhanê êrişên çekan dibe ser Kurdan qebûl nakin. Wek Partiya Çepên Kesk em dê li dijî vê pergal û ferasetê pozîsyona xwe ya aştîxwaz û xwesteka xwe ya diyalogê biparêzin.

Em dê li dijî şer têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê mezin bikin, em dê her tim li dijî vî şerî derkevin ku desthilat tê de gelên me dike armanc.”

“Berpirsyariya opozîyonê gelekî zêde ye”

Partiya Çepên Kesek ji ber bêdengiya li hember êrişan rexne li opozîsyona Tirkiyeyê jî girt û got:

“Berpirsyarê yekem ê van êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, desthilata AKP-MHPê ye lê di vê pêvajoyê de berpirsyariya opozîyonê jî gelekî zêde ye.

Em dixwazin dîsa bînin rojevê ku desthilata AK Partiyê dixwaze di demeke nêzîk de tezkereya Îraq û Sûriyeyê ji parlamentoyê derbas bike.

Bi vê armancê em bang li opozîsyonê  dikin, her roja ku hûn van tezkereyên şer ên li ser Kurdan yên AK Partiyê erê dikin hûn jî dibin hevkarê tawana şer.

Raya giştî ya Tirkiyeyê bila bizane ku fermana êrişên doh AK Partiyê dabe jî opozîsyonê jî piştgiriya van êrişan kiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst