Bi nêzikbûna hilbijartinan re mijara penaberên Sûriyeyê jî dikeve rojevê

06-09-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Penaberên Sûriyeyî Tirkiye Hilbijartinên Herêmî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî yên Tirkiyeyê re, penaberên Sûriyeyî dibin mijar û rojeva siyasetmedarên wî welatî.

Hinek siyasetmedarên Tirkiyeyê, mijara penaberan ji bo propagandaya hilbijartinê wekî amûrekê bikar tînin.

“Eger em bibin desthilat, em dê nehêlin penaber biçin parkan”

Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag li ser penaberan got:

“Eger berbijêrê Partiya Zaferê hilbijêrin, çavkaniyên şaredariyê ji bo penaber û reviyayiyan nayên xerckirin.

Li wan bajar û bajarokên dijîn ji bo penaberan mohleta vekirina cihê kar nayê dayîn û cihên bê mohlet jî tên girtin.

Wek mînak li Dîlokê ji sedî 80ê yên ku kar dikin bê mohlet in.

Eger xelkê wê derê wê desthilatê bide me, em dê hemûyan bigrin.

Herwiha nikarin wan parkên şaredariyê bi dilê xwe bikar bînin.

Em parkekê pêşan didin û nikarin biçin nav parkên din.

Ew nikarin bi dilê xwe wan otobus û metroyan bikar bînin, otobus û metroyên din didin wan.”

Ji destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyeyê ve di sala 2011an de, Tirkiye bûye welatê duyem ji bo bi milyonan penaberên wî welatî.

3 milyon û 307 hezar û 882 penaberên Sûriyeyê li Tirkiyeyê dijîn

Li gorî amarên Komeleya Penaberan a Tirkiyeyê, niha 3 milyon û 307 hezar û 882 penaberên Sûriyeyê li Tirkiyeyê dijîn.

Herî zêde jî penaberên Sûriyeyî li van parêzgehan dijîn; li Stenbolê 531 hezar û 996 kes, li Dîloka Bakurê Kurdistanê 434 hezar û 45 kes û li Rihaya Bakurê Kurdistanê jî 317 hezar û 716 kes.

130 hezar û 914 Sûriyeyî dikarin deg bidin

Hilbijartinên serokkomariyê û Parlamentoya Tirkiyeyê yên ku 14ê Gulanê hatibûn kirin de, mafê dengdanê yê 130 hezar û 914 welatiyên Sûriyeyî hebû ku nasnameya Tirkiyeyê wergirtine.

Tê çaverêkirin ew hejmar di hilbijartina şaredariyan de zêde bibe.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê di 31ê Adara 2024an de hilbijartinên şaredariyan bên lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst