Li Muglayê bi tometa agirê daristanan 6 kes hatin girtin

06-08-2021
RÛDAW
Nîşan Şewata Daristanan Tirkiye Mugla Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi gumana ku agir bi daristanên navçeyên Milas, Bodrum û parêzgeha Muglayê ya Tirkiyê xistine, 6 kes hatin girtin.

Roja pêncşemê 5ê Tebaxa 2021ê li ser gumana ku agir bi daristanên navçeya Milasa ser bi parêzgeha Muglayê ve 4 kes hatibûn desteserkirin. Di encama lêpirsînê bo 3 kesan dadgehê  biryara  girtinê da. Yek ji wan jî bi mercê kontrola edlî hate berdan.

Heman rojê li parêzgeha Muglayê jî li ser gumana ku agir bi daristanên navçeya Bodrumê xistine 3 kes hatibûn desteserkirin. Di encama lêpirsînê de derket ku van 3 kesên gumanbar ji otombîla xwe bermayiya cixarê avêtine û bûne sedema agirê daristanê. Li gor vê encama derketiye jî dadgehê derbarê van 3 kesan jî biryara girtinê daye.

Ji 28ê Tîrmeha 2021 ve agir li daristanên çendîn navçeyên Tirkiyê ketiye û heta niha agir li hinek cihan berdewam e û nehatiye kontrolkirin û heta îro 6ê Tebaxê di encama agirê daristanan 8 kesan cane xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst