Serdozgerê ku ji Leyla Zana, Orhan Dogan, Ahmet Turk re cezayê îdamê xwestibû mir

06-06-2022
RÛDAW
Nîşan Nusret Demiral Ahmet Turk Leyla Zana Bidarvekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgerê berê yê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Tirkiyê Nusret Demiral ê ku ji bo siyasetmedarên Kurd parlamenterên DEPê Leyla Zana, Orhan Dogan, Ahmet Turk, Hatip Dîcle û Selîm Sadak cezayê bidarvekirinê xwestibû û di gelek dozên sembol de cih girtibû, di encama celta dil de mir.

Serdozger Nusret Demiral ê ku dozên herî krîtîk û sembol ên Dadgehên Ewlekariya Dewletê yên Tirkiyê birêve dibir, piştî celta dil li nexweşxaneyê mir.

Demiral gelek dozên hestiyar ên wek Serokên Partiya Yekitiya Komunîst a Tirkiyê Haydar Kutlu û Nihat Sargin, parlamenterên DEPê, Dr. Bahriye Uçok, Prof. Dr. Muammer Aksoy, kuştina Ugur Mumcu û Komkujiya Madimakê birêve dibir.

Ji bo Leyla Zana, Orhan Dogan, Hatîp Dîcle daxwaza darvekirinê kiribû

Serdozger Nusret Demiral ji bo parlamenterên DEP'ê yên bi Kurdî sond xwaribûn û pirsgirêka Kurd anîn rojevê, cezayê darvekirinê xwestibû.

Herwiha Demiral ji bo ku parêzbendiya parlamenterên DEPê Leyla Zana, Orhan Dogan, Ahmet Turk, Hatip Dîcle,Sirri Sakik, Mahmut Alinak û Selîm Sadak fezleke şand parlamentoy Tirkiyê.

Parêzbendiya van parlamenterên DEPê roja 2ê Adara 1994an de di rûniştina parlamentoyê de hat rakirin.

Di pêvajoya ku Zana li parlamentoya Tirkiyê bi Kurdî sond xwar dest pêkir, Demiral kete dewrê û derbarê wan de biryara girtinê derxist û ji bo parlamenter bên desteserkirin 19 saetan polîsên têkoşîna li dijî terorê li dora parlamentoya Tirkiyê dabû sekinandin.

Di hevpeyvîneke Demiral a bi rojnameger Gokçer re ya di derbarê mijarê de wixa axivî bû.

“Jixwe me di derbarê PKKê de lêpirsîn dikir. Baskê îdarî û siyasî yê yê PKKê heye. Digotin wek baskê siyasî bên xebitandin di 91ê `em bikevin parlamentoyê. Em xwe rave bikin.` berbijartiya wan jî PKK diyar kir. Heta ku hat hilbijartin axavtinên wan bi kaset û vîdyoyê hatin tomarkirin. Gotin `Em dê bi Kurdî sond bixwin.` Eger bûyera sonxwarinê tinebûya jî min dê daxwaza rakirina parêzbendiya wan bikira. Hevalê me Husamettin Cindoruk li hember me rabû. Got `bêberpirsiyariya kursiyê heye.` Di sondxwarinê de nabe.

Wek mînak eger di hevdîtineke ya di derbarê qanûn de bûya dibû. Herwiha me di derbarê sondxwarinê de lêpirsîn nekir. Beriya wê daxuyanî dan, axavtinan kirin. Her tim bi PKK û Ocalan re xebat dikirin. Tev di destên me de bûn. Biryara mehkûmiyetê ji ber wê derket. Polîs li derve ber derê ji bo êrişekê sikinîbûn. Ne ji bo bûyera hindir. Ramaneke bêaqilane. Polîs ji bo ku biparêze dorpêç dike. Ne ku ji bo zextê li parlamentoyê bike.”

“Eger cezayê îdamê bihata dayîn, wê dewletê hêza xwe nîşan bidaya”

Demiral ji bo parlamenterên DEPê yên ku 10 sal di zindanê de man gotibû “tera xwe ceza nekişandin” û wiha berdewam kiribû:

“Me destnîşan kir ku ev kes dewletê dixin xeterê. Me îdamê xwest. Eger cezayê îdamê bihata dayîn, wê dewletê hêza xwe nîşan bidaya. Hêza dewletê serkî ma. (Hûn dibêjin dibaya bihatina darvekirin?) Belê, belê belê... (Hemûyan?) Kesên ji aliyê dadgehê ve hatin diyarkirin. Ez ji bo hemûyan nikarim tiştek bibêjim. Bi hezaran mirovên me hatibûn şehîdkirin. Divê dewletê hêza xwe nîşan bida.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst