TIHV: 23 kes ji ber parastina mafên mirovan hatine cezakirin

06-06-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Kuştina Jinan TIHV Mafên Mirovan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporta Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê (TIHV) di 4 mehên destpêkê yên sala 2022ê de ji bo 23 kesan bi hinceta parastina mafên mirovan carekê cezayê heta hetayê û 211 sala û 4 meh û 10 roj cezayê girtîgehê hatiye dayîn.

Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê (TIHV) raporta xwe ya bi navê “Li Tirkiyê derbarê zehmetî, guşar û astengiyên ku parazvanên mafên mirov rûbirû dimînin(1 Çile-30 Nîsan 2022)” parve kir.

Li gor raportê 23 kes ji ber çalakiyên xwe yên parastina mafên mirovan rûbirûyê gef, şîdeta fizîkî, hemberîdan û armanckirinê bûne. Herwiha 74 civînên aştîxwaz û xwepêşandan ên derbarê parastina mafên mirovan jî bi hincetên cûda hatine qedexekirin.

Li gor raportê di 4 mehên destpêka îsal de ji ber xebatên di qada mafên mirovan de 1145 kes herî kêm bi yek an çend midexaleyên wek destdirêjî, gef, destdirêjiya îdarî û hemberîdanê rûbirû mane.

Li gor raportê:

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di navbera 1ê Çile-30 Nîsana 2022ê

Ji bo 23 kesan  yek cezayê heta hetayê û 211 sal û 4 meh û 10 roj cezayê girtîgehê

1347 kes rûbirûyê zêdegaviya dadweriyê bûn

Derbarê 998 kesan lêpirsîn hat destpêkirin

305 kes hatin desteserkirin

16 kes hatin girtin

74 civîn û xwepêşandanê mafên mirovan hatin qedexekirin

82 kesan ji dozê berat kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst