Penaberên Sûriyeyî ji egera serkeftina opozîsyona Tirkiyê nîgeran in

06-05-2023
RÛDAW
Penaxwazên Sûriyeyî ji egera serkeftina opozîsyona Tirkiyê nîgeran in
Penaxwazên Sûriyeyî ji egera serkeftina opozîsyona Tirkiyê nîgeran in
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Penaberên Sûrî Hevpeymaniya Millet Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî opozîsyona Tirkiyê, hebûna hejmareke zêde ya welatiyên Sûriyê li Tirkiyê, bûye sedema çendîn pirsgirêkên aborî û civakî ku ne tenê beşek ji berpirsan nîgeran bûne, lê civak jî. Ji ber vê yekê beşek ji welatiyên Sûriyê ji wê yekê ditirsin ku di hilbijartinan de de opozisyon biser bikeve.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên Tirkiyê, beşek ji welatiyên Sûriyê ku nasnameya Tirkiyê wergirtine, ji wê yekê ditirsin ku di hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê de opozîsyon biser bikeve.

Beşek ji wan Sûriyeyiyên ku nasnameya Tirkiyê wergirtine, ji wê yekê ditirsin ku di hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê de opozisyon biser bikeve.

Penaberekî ji Sûrî li Tirkiyê dibêje: “Bi baweriya min eger kesek hebe dadmend be, wê demê serokê niha yê welat e; hêvîdar in serok Recep Tayyip Erdogan biser bikeve. Tirsa Sûriyeyiyan, wek dizanin Sûriyeyî ji zilma rejîma Esed û şerê çend salan reviya ne; peywendiya opozisyonê ligel rejîma Esed baş e û reger biserkevin wê demê Sûriyeyiyan derdixin û wan bi zorê vedigerînin Sûriyê.”

Li gor amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê; ji 2011an ve ligel derketina şerê navxwe yê Sûriyê, zêdeyî 3 milyon Sûriyan welat bicîh hiştine û li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bicîh bûne; herwiha 700 hezar zarok li wê hejmarê zêde bûne ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji dayîk bûne. Niha zêdeyî 200 hezar Sûriyeyiyan nasnameya Tirkiyê wergirtine.

Penabereke din a Sûriyê li Tirkiyê dibêje: “Bê guman sedemeke gelekî mezin e; eger Xwedê nexwaze Erdogan biser nekeve wê demê kesekî din tê ku soz daye Sûriyeyiyan derxîne; divê em duayan bikin û hewldanên xwe zêde bikin daku Erdogan biserkeve û em Sûrî û hemû rewenda Erebî bi awayekî ewle bijîn.”

Hebûna hejmareke zêde ya Sûriyeyiyan li Tirkiyê,  bûye sedema çendîn pirsgirêkên aborî û civakî ku ne tenê beşek ji berpirsan nîgeran bûne, lê civak jî.

Meha Sibatê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu got: “Di salên 2019 û 2020an de zêdeyî 87 hezar Sûrî tevî pêkanîna tawanên cuda bûne.”

Rapirsiyeke fermî ya hikûmeta Tirkiyê gehiştiye wê encamê ku ji sedî 28ê Sûriyeyiyan amade ne vegerin welat eger şer bi dawî bibe û desthilata Esed nemîne. Di demekê de %3an gotine, aştî be yan şer heta mirinê li Tirkiyê dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst