Li Stenbolê tramvay û otobus li hev qelibîn: 11 kes birîndar bûn

05-12-2022
RÛDAW
Nîşan Stenbol Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyup Sultan a ser bi parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê tramvay û otobusekê li hev dan û di encamê de 11 kes birîndar bûn ku birîna 2 kesan ji wan giran e.

Li gor agahiyan îro Duşemê 5ê Kanûna 2022an li ser cadeya Alibeykoy a ser bi navçeya Eyup Sultanê di demjimêrên serê sibehê de otobûseke veguhestina rêwiyan a şaredariyê û tramvayekê li hev dane û li gor medya Tirkiyê di encamê de ligel zerara madî 11 kes jî birîndar bûne ku birîna 2 kesan ji wan giran e.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û alîkariyê bo cihê bûyerê hatine şandin û kesekî ku di nav otobûsê de asê mabû hatiye rizgarkirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, di bûyerê de hejmarek otomobîlên derdorê jî zerar dîtine û bo demekê rê ji çûn û hatinê re hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst