Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan hatin girtin.
Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan 10ê vê mehê hatibûn desteserkirin û şeva borî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin.
Kar û barên Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan û endamên meclisa majêr ên DEM Partiyî Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç, Yakup Daniş û Hîkmet Bakirhan ên li dadgehê temam bûn.
Hoşyar Sariyildiz, Nuriye Aslan, Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç û Hîkmet Bakirhan vê sibehê bi biryara dadgehê hatin girtin.
Yakup Daniş jî bi şertê kontrola dadî hat berdan.
Hevserokên Şaredariya Akdenîzê û 4 endamên meclisa bajêr ên DEM Partiyî bi hincetên wekî “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hatibûn desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse