STENBOL - 3 birayên Kurd di çaleke avê ya şaredariyê de xeniqîn: ‘Di vir de xemsariyek heye’

05-10-2023
Rawîn Stêrk
STENBOL – 3 bira di çaleke avê ya şaredariyê de xeniqîn
STENBOL – 3 bira di çaleke avê ya şaredariyê de xeniqîn
Nîşan Stenbol Xeniqîn
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Sê zarokên ku birayên hev bûn û 7, 9 û 11 salî bûn li Stenbolê di çaleke tijî av de canê xwe ji dest da.

Zarokên ku bi eslê xwe ji Agiriya Bakurê Kurdistanê ne piştî zincîre xemsariyan û negirtina tedbîrên yasayî di çaleke ku ji bo avakirina avahiyekê hatibû vedan de xeniqîn.

Ew cih ji hêla şaredariyê ve hatiye vedan û dora wê li gorî yasa û qanûnan nehatiye girtin û tedbîrên pêwîst nehatine wergirtin.

Her sê zarokên ku piştî 3 rojan ji derketina malê hatin dîtin bi xakê hatin spartin.

Li ber deriyê malbata Kurdên ji Agiriyê li navçeya Sancaktepeyê ya Stenbolê şîn hatiye danîn.

Gaveke din dê otomobîleke veguhastina cenazeyan nêzîk bibe ku cenazeyên 3 zarokên wan tê de dirêjkirî ne.

Berat, Baran û Batûhan ku beriya 3 rojan ji malê derketibûn di çaleke ku ji bo avakirina avahiyekê hatibû kolan de hatin dîtin.

Her sê zarokên ku li dû topa xwe çûbûn ketibûn wê çalê xeniqîn û li dû xwe dayik, bav û malbateke dilşewat hiştin.

“Di vir de xemsariyek heye”

Bavê her sê zarokan Ayvaz Sagin got:

“Ji malê derketin û çûn, me kamerayên çavdêriyê şopandin û cihê ku çûne me tespît kir û lêgerîn domand.

Me dît ku di nava avê de xeniqî ne. Li dû topê çûne û top li wê derê bû. Di vir de xemsariyek heye.

Tedbîr nehatine wergirtin. Zarok ketinê û xeniqîne.”

Ji wan her sê birayan Berat 7 salî, Baran 9 salî û Batûhan jî 11 salî bû.

Piştî ku berêvarê ji malê derdikevin daku herin ji xwe re bilîzin pê ve du rojan wenda bûn.

Muxtarê taxê Nesîm Bolgî jî li ser bûyerê anî ziman:

“Me kamera şopandin ku zarok diçine nêzîkî cihê cemxaneyê. Tam li wir yek li topê dixe û top diçe dikeve nava avê.

Yek diçe ku topê bîne dikeve bîra asansorê di nava avê de yê din dikin herin wî rizgar bikin lê her sê dikevin bîrê û difetisin. Bûyer wisa bûye.”

Li gorî kamerayên çavdêriyê ew berê diçin hewşa dibistanê serîkî li wir dimînin.

Piştre diçin zeviya vala ku depoya Şaredariya Sancaktepe lê ye bi topê dilîzin.

Topa wan diçe temelê ku ji hêla şaredariyê ve hatiye vedan lê temel tijî av e.

Yek ji wan ji bo ku topê bîne dikeve nava avê, yên din jî ji bo ku wî rizgar bikin didin dû lê dawiya her sêyan dibe mirineke dilsoj di hembêza hev de.

Şaredariya Sancaktepeyê tawanên xemsariyê red dike

Dapîra zarokan Emîne Saginê jî got:

“Ne şev bû hîn zû bû. Ji dibistanê hatin, bavê wan jê re mangal çêkir, xwarina xwe xwarin û li vir dilîstin.

Qey ecel gazî wan kir, ew çend sal in li vir dijîn. Çûne li nêzikî dibistanê lîstine û ketine dibistanê jî.

Rêveber ew derxistine û ew jî çûne li wir bi topê lîstine û ketine avê. Kî hebû çawa bû ez nizanim.”

Şaredariya Sancaktepeyê bi daxuyaniyekê radigihîne ku ew der dûrî mal û cihê niştecîbûnê bûye û  tawanên xemsariyê red dike.

Dibistana ku zarok lê xwendekar bûn 200 metreyî nêzîkî wê derê bû.

Wernegirtina tedbîrên pêwîst û yasayî kir ku 3 zarokên ji malbatekê li goristanê bi xakê bêne spartin.

Dayik bav û malbata wan û xwişk û du birayên wan ên mayî bi çavên girî û baskên wan li hembêza wan girêdayiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst