Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan

05-07-2021
RÛDAW
Nîşan Abdullah Ocalan Parêzer Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hate zanîn ku parêzerên rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dane.

Parêzerên Abdullah Ocalan. Mazlum Dinç, Îbrahîm Bilmez, Newroz Uysal û Serbay Koklu yên ku li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê girtî ne, bi daxwaza ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarî ya Bursayê dan.

Serdozgeriya Komarî ya Bursayê, bi hinceta "Nexşeya Rê" ya ku Abdullah Ocalan di sala 2009an de amade kiribû û ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, di 23ê Îlona 2020an de, 6 meh qedexeya parêzer hatibû dayîn.

Piştî qedexeyê, serlêdanên ji hêla parêzeran ve hatin kirin jî bê encam man û derket holê ku di Çileyê 2021an de cezayê dîsîplînê yê nû dane Ocalan.

Her çend qedexe di 23ê Adarê de xilas bû jî, serlêdanên parêzerên Ocalan nehatin bersivandin.

Ji parêzerên Abdullah Recalan Rezan Sarıca û Newroz Uysal, piştî 8 salan herî dawî di 2-22 Gulan, 12-18 Hezîran û 7 Tebax 2019 de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîbûn.

Li ser gotegotên di derbarê xeteriya jiyana Ocalan de, birayê wî Mehmet Ocalan di 25ê Adarê de bi riya telefonê pê re hevdîtinek Kurt pêk anîbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst