Serokê CHPyê li ber Wezareta Dadê Emine Şenyaşar ziyaret kir

05-06-2024
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel Emîne Şenyaşar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li ber Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê Emine Şenyaşar ziyaret kir.

Çalakiya nobeda edeletê ya Emîne Şenyaşarê ya li ber Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ev 123 roj in berdewam dike.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel li gel Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu çû serdana Emîne Şenyaşarê.

Ozgur Ozel amaje bi wê yekê da ku hefteya bê dê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive û ew dê mijarê raste rast ji devê dayikê ji Erdogan re ragihîne.

Ozel xemgîniya xwe anî ziman û got ku ew rondikên dayika Emineyê wekî rondikên dayîka xwe dibîne û ew dê li ser parastina doza wê ya heq berdewam be.

“Ez wiha hîs dikim ku dayika min digirî”

Serokê Giştî yê CHPyê got:

“Bi rastî zimanê ku axivî zimanê Kurdî nizanim lê hûn qet wernegerînin jî ez baş fam dikim ku çi dibêje.

Rengê du tiştan nîne, yek rengê xwêdana kedkaran û ya din jî rengê rondikên dayikan.

 Ez wiha hîs dikim ku dayika min digirî.”

Bûyera Malbata Şenyaşaran

Li navçeya Sirûcê ya Rihayê 14ê Hezîrana 2018an hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê ji aliyê zêrevan û xizmên parlamenterê berê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin.

Kurê wê Ferît Şenyaşarê ku niha Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) yê Rihayê ye di bûyerê de birîndar bûbû.

Piştî wê bûyerê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Dadgeha Rihayê dest bi “Nobeda Edaletê” kir.

Piştî hilbijartinên Gulana 2023yan dema ku Ferît Şenyaşar bû parlementer wan çalakiya xwe veguhast ber Wezareta Dadê ya li Enqereyê.

Roja 26ê Tîrmeha 2023yan di roja 49an a çalakiyê de Wezîrê Dadê bi malbatê re hevdîtinek kir û piştî hevdîtinê wan çalakiya xwe rawestand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst