Ozgur Ozel li Mêrdînê çû dawetê

16-09-2024
Nîşan Ozgur Ozel Mêrdîn Dawet Qoser CHP
A+ A-

Hewlêr (Hewlêr) – Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê bû şahidê mehra Azad Kilinçaslan û Nurhan Îlhanê.

Azad Kilinçaslanê kurê berpirsê berê yê rêxistina CHPyê Mehmet Kilinçaslan û Nurhan Îlhanê daweta xwe li navçeya Qoserê li holeke dawetê kir.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel jî çû daweta wan û bû şahidê mehra Azad û Nurhanê.

Ozgur Ozel hevjînên ciwan pîroz kirin û got ku şahidiya mehsa Azad û Nurhanê ji bo bû serbilindî ye.

Ozel diyar kir ku her du jî parêzerên serkeftî ne û Azad sekreterê bajêr ê partiyan wan e.

“Mêrdînî dê dengê xwe jî bidin”

Serokê Giştî yê CHPyê anî zimên ku ew rastî eleqeyeke zêde hatine û got, “Bi qasî ku ez fêhm dikim dê Mêrdînî êdî ne tenê silavê bidin me, dê dengê xwe jî bidin.”

Ozgur Ozel paşê bi bûkê, zava û vexwendiyan re govend gerand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst