Îmamoglu bû Serokê Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê

05-06-2024
RÛDAW
Nîşan Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê Ekrem Îmamoglu Ahmet Turk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu wekî serokê Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê hat hilbijartin.

Li navçeya Çankayayê ya Enqereyê îro hilbijartina Serokayetiya Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê hat kirin.

Piştî dengdanê encam hatin ragihandin.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi 515 dengan wekî serokê nû yê Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê hat hilbijartin.

Hevrikê herî nêzîkî Îmamoglu, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Trabzonê yê AK Partiyê Ahmet Metin Genç jî 250 deng bi dest xistin.

Di lîsteya encûmenan a Îmamoglu de 6 serokên şaredariyê yên jin hene.

Di lîsteya Îmamoglu de serokên şaredarên Amed û Mêrdinê jî hene

Di heman lîsteyê de Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar jî cih digirin.

Ji ber ku Şaredarê herî bi temen bû, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk wekî serokê demkî yê Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê hatibû hilbijartin.

Di destpêka civîna Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê de Ahmet Turk axivî û danîna qeyûm li ser Şaredariya Colemêrgê şermezar kir lê piştî gotinên wî alozî derket.

Ahmet Turk got, “Mixabin îro li ser îradeya xelkê Colemêrgê îpotek hatiye danîn û ez dûrxistina Şaredarê me yê Colemêrgê bi tûndî şermezar dikim.”

Piştî van gotinên Ahmet Turk li salonê tansyon bilind bû û Şaredarên AK Partî û MHPyî got, "Ev der ne dadgeh e û em şermezar nakin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst