Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya DEVAyê Ali Babacan got, “Dibe ku Birêz Bahçelî li cihê ku dest pê kiriye mabe lê Birêz Erdogan li kû derê ye me hîn fam nekiriye.”
Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan di civîna koma Rêya Nû de li ser “pêvajoya nû” axivî.
Babacan bal kişand ser wê yekê ku derbarê çareseriyê nexşeyeke zelal nîne û heta niha jî sekna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a di vê pêvajoyê de ne zelal e.
“Divê nexşeya rê hebe, divê îradeya siyasî hebe”
Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan li ser mijarê wiha axivî:
“Divê nexşeya rê hebe, îradeya siyasî hebe, ya herî girîng jî divê bibiryarbûn hebe.
Binêrin em dibêjin nexşeya rê lê heta niha tiştek nîne.
Em dibêjin îradeya sîyasî lê heta niha me ji Serokkomarê welat sekneke zelal nedîtiye.
Em dibêjin bibiryarbûn, dibe ku Birêz Bahçelî li cihê ku dest pê kiriye mabe lê Birêz Erdogan li kû derê ye me hîn fam nekiriye.
Du tişt hene an em dê li pêşiya xwe binêrin û bi hev re bimeşin an jî li pey xwe binêrin û bikevin û dê derfet têk biçe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse