Erdogan bersiva ‘pêvajoya aştiyê’ da: Ji Ruyayê bipirsin!

10-10-2024
Nîşan Erdogan Bahçelî Silav DEM Partî Pêvajo KCK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Recep Tayyîp Erdogan pirsa “DEM Partiyî dibêjin gaveke şênber nîne, gelo dê gav were?” bersivand û got, “Ji Ruyayê bipirsin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna AK Partiyê pirsên rojnamegran bersivandin.

Rojnamegerekê ji Erdogan pirsî, “Te got em ji bo hemû hevkariyan amade ne lê DEM Partiyî dibêjin gaveke şênber nîne. Gelo dê gaveke şênber were? Em li hêviyê bin?”

“Gav nayê lê dê atmosfer nerm be”

Erdogan piştî vê pirsê berê xwe da Ruya Akkuşa nûçegihana A Haberê û jê pirsî, “Ruya tu çi dibêjî?”

Ruya Akkuşê jî got, “Bi ya min em li benda gavekê nemînin lê em atmosfera nerm bidomînin.”

Heman rojnamegerê ducare pirsî, “Yanî tu dibêjî dê atmosfera nerm bidome?” û Erdogan lê vegerand, “Ruyayê bersiv da.”

Çi bûbû?

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Çiriya Pêşîn çû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav da wan.

Bahçelî rahişt destê Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Serokwekîlê Grûpa DEM Partiyê Sezaî Temelî, Parlamentera Wanê Pervîn Buldan û Parlamenterê Agiriyê Sirri Sakik.

Bahçelî li ser pirsa rojnamegeran a derbarê mijarê got:

"Em dikevin serdemeke nû. Dema ku em li cîhanê aştiyê dixwazin, divê em aştiyê li welatê xwe misoger bikin."

Bahçelî vê hefteyê jî di civîna partiya xwe de armanca xwe ya çûna cem DEM Partiyê eşkere kir û got:

“Destê ku min dirêjî wan (DEM Partiyê) kir, pêşniyar û daxwaza 'Werin bibin partiya Tirkiyeyê û li dijî terorê bin’ bû.

Destê ku ez dirêj dikim peyama yekitî û biratiya me ya neteweyî ye.”

Erdogan jî doh li ser silava Devlet Bahçelî got, “Em daxuyaniyên Birêz Devlet Bahçelî teqdîr dikin û em hêvî dikin ku destê Tifaqa Cumhurê ji aliyê mixatabên wê ve baş were fêmkirin.”

Ev helwest û daxuyaniyên Bahçelî niha rojeva germ in û pirsa “Gelo pêvajoyeke nû dest pê dike?” tê kirin?

Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozatê li ser mijarê got, “Ew li pey lîstikên nû ne, eger aştiyê dixwazin Îmralî li wir e. ”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ser mijarê axivî û wê anî zimên, "Silavdayîn pir bi qîmet e lê ji bo şîrovekirinê hîn zû ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst