ORC: Di nav nifşê Z de dengên herî zêde yên CHPê ne

05-01-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê ORC Rapirsî Nifşê Z
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînan a ORCê derbarê hilbijartinên bên ên Tirkiyê de li nav ciwanên nifşê Z rapirsiyek kiriye û li gor rapirsiyê dengên herî zêde yên CHPê ne.

Her dema hilbijartinên parlamento û serokkomariyê yên Tirkiyê ku biryar e di Hezîrana 2023an de bên kirin nêzîk dibin amadekariyên partiyên siyasî jî zêde dibin.

Bo postê Serokomariyê ji Tifaka Cumhur Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan weke berbijêr destnîşan kiriye. Lê Tifaqa Millet û partiyên opozisyonê heta niha berbijêrê xwe destnîşan nekirine.

Rapirsî di 22-27ê Kanûna 2022an de ligel hezar û 550 ciwanên ku piştî 2000an ji dayîk bûne û bo cara yekem dê di hilbijartinê de deng bidin hatiye kirin.

Ji ciwanan hatiye pirsîn, "Eger Yekşema pêşiya me hilbijartin bên kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê? Encamên derketine holê wiha ne:

CHP: %21.7

ÎYÎ Partî: %17.4

AKP: %13.9

MHP:%7.4

HDP:%5.5

Partiya Guhertina Tirkiyê: %5.3

Partiya Zafer: %3.6

Partiya Pêşerojê: %3.3

Partiya DEVA: %3.0

Partiya Karekrên Tirkiyê: %1.7

Partiyên din: %2.1

Kesên bê biryar: %15.1

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst